Ebru Gunay: Îktîdar hevkarên xwe efû dike 2020-04-10 13:12:16   AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, geşedanên di nava hefteyê de nirxand û got: "Îktîdar bi vê zagonê tevê hevkarên xwe efû dikin û kesên ji siyasetê tên darizandin wan di girtîgehê de dihêlin û wan terkî mirinê dikin.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên di nava hefteyê de li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Ebrû, bal kişan ser şewba vîrûsa korona ku li Tirkiye û cîhanê belav dibe û wiha got: "Mixabin ev şewb hemû cîhanê û Tirkiye tehdît dike û vê tehdîtê berdewam dike. Lê mixabin li Tirkiye tedbîr li gorî vê talûkeyê pêş nakevin. Mixabin rastiya îktîdara ku her roj bi zagonên pêtir pêvajoyê xera dike heye. Îxtîdar rastiyê der barê şewbê de zelal û aşkere parve nake. Dema em li rastiyê dinerin wekî Îtalya bi lez belav dibe."    'Çîrokek sextê ya serkeftinê nîşan didin'   Ebrû, anî ziman ku îktîdar rastiya nexweşiyê ji gel vedişêre û wiha got: "Mixabin îktîdar û wezîr vê rastiyê ji civakê vedişêrin. Çima îktîdar hêjmara miriyan û nexweşên bi şewbê ketine ji civakê vedişêre? Sedem pir aşkere ye. Îktîdara AKP û MHP'ê dixwaze bi vê yekê çîrokek sexte ya serkeftinê pêş bixe. Mixabin bi vê çîroka sexte di nava civakê de şikandinek mezin çêdike."    'Divê piştevaniya civakî li pêş bikeve'   Ebru, behsa rewşa karkeran jî kir û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de karker nayên parastin û karkerên neçar in kar bikin. Ji ber karker neçarî kar dimînin bi talûkeya vîrûsê re rû bi rû ne. Bi van polîtîkayan rê li pêş mirin û zêdebûna şewbê nayê girtin. Bi polîtîkayên civakî û piştevaniyê rê li pêş van mirinan tê girtin. Divê piştevaniya welatiyan bê kirin ku mirov ji malên xwe dernekevin."    'Girtî nikarin xwe ji vîrûsê biparêzin'   Ebrû, diyar kir ku li girtîgehan girtî nikarin xwe biparêzin û wiha axivî: "Li girtîgehan girtî nikarin xwe biparêzin. Di rewşa ku malzeme û amûrên paqijî û hîjeniyê nedin girtiyan girtî nikarin xwe biparêzin. Di rewşa ku li derve welatî nikaribin xwe ji vê nexweşiyê biparêzin, girtî dê çawa xwe biparêzin. Mixabin ji duh ve agahiyên girtiyên bi vîrûsê hatin. Duh li girtîgehan girtiyekî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek bêtir malbatan dixe nava fikaran. Berpirsiyarê vê yekê hikûmet."    'Ez zagona înfaza mirinê ye'   Ebrû, têkildarî nîqaşên zagonê de jî ev tişt anî ziman: "Me di niqaşên ku li meclîsê tê kirin de dît ku derdê îktîdarê ew e kesên li hemberî civakê sûc kirine serbest berdin. Hevkarên xwe berdin û kesên ji ber fikrên xwe û siyasetê hatine gritin wan li girtîgehan terkî mirinê bikin. Divê hemû civak zanibe ku ev zagona înfaza mirinê ye. Bi vê zagonê tevê hevkarên xwe efû dikin û kesên ji siyasetê tên darizandin wan di girtîgehê de dihêlin û wan terkî mirinê dikin. Li gorî Destûra Bingehîn her kes li hemberî qanûnan wek hevin. Lê ev pêşnûma raste rast li dijî rêgeza wekheviya Destûra Bingehîn e."     'Serokên mafya û çeteyan serbest berdidin'    Ebrû, da zanîn ku ger AKP'ê bi vê zagona înfazê rêgeza wekheviyê esas negirt û wiha bi lêv kir: "Lê AKP'ê ev yek nekir. Em dîsa dibêjin hêj ne dereng e. Dikarin dîsa li gorî rêgeza wekheviyê vê zagonê saz bikin. Lê AKP vê yekê nake. Di vê zagona înfazêde hin xalên veşartî ku mafê heyî binpê dike hene. Ev zagona înfazê ku tê xwestin bê guhertin, ji zagona înfazê ya heyî qat biqat xerabtir û paşvetir e. Tu aliyê vê zagonê yê bê parastin tune ye. Ji ber ku dûrî heqîqet û edaletê ye. Em wekî HDP'ê pir zelal dibêjin. Bi vê zagonê serokên mafya û çete têne berdan. Lê nahalê Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Osman Kavala û hemû siyasetmedar, rojnameger û rewşenbirên ji ber fikrên xwe hatine girtin, bêne berdan. Dixwazin hevkarên xwe berdin û siyasetmedaran di girtîgehan de terkî mirinê bikin. Em ne Zagona Mirinê, em Zagona Jiyanê têxin meriyetê. Em bi hev re rê li pêş zagona mirinê bigirin."    'Kampanya rastî eleqeyeke mezin tê'   Ebrû, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya HDP'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kampanya me ya 'Malbatên Xwişk û Bira" piştgiriyek mezin dît. Em wekî civak ne bê çare ne. Em ê bi piştevaniyê vê vîrûsê têk bibin. Piştevanî ne di destê AKP'ê de ye. Piştevanî ruhê civakê ye. Em ê piştevaniyê xurt bikin. Emê vê kampanya xwe xurt bikin û mezin bikin. Hemû rêveberiyên rêxistinên me yên bajar û navçeyan berdewam dikin. Rastî eleqeyek mezin tê. Me hem di nava welat de û hem jî li dervê welat torê piştevaniyê avakiriye. Em vê kampanyayê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP bi hev re berdewam dikin. Em carek din dubare dikin ku tedbîra herî baş mayîna li malê ye. Em carek din bang dikin ku her kes li malê bimîne."