‘Bi pakêta daraza nû re pêşî li şîdeta li ser jinê vedibe’ 2020-04-09 09:22:00   Gulîstan Azak   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, da zanîn ku di pakêta darazê ya nû de ji bo jinan cîh nehatiye dayîn û got: “Bi pakêtê re dixwazin gumanbarên şîdet û tewazê bên berdan. Gelo dema ev mêr bên berdan, mekanîzmayên ku jinan biparêzin hene an na? Na tune! Desthilatdariya mêr zîhniyeta mêr didomîne.”   Di pêvajoya vîrusa korona de li gelek welatên cîhanê şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Li Tirkiyeyê jî her çiqas daxuyaniyên fermî tunebin jî rêxistinên jinan diyar dikin ku di bûyerên şîdetê de zêdebûnek cidî heye.   KCDP: Serlêdan zêde bûn   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar dike ku piştî ku hemû kesî ji ber vîrusê xwe kişandine malên xwe, lêgerînên ji bo xeta telefonê ya lezgîn jî zêde bûne û got: “Serlêdanên ji bo platforma me û rêxistinên jinan zêde bûn. Serlêdanên ji bo xetên 155,156 û 183 yên cemawerî jî zêde bûn. Ev xet jî têr nakin. Dema xwe nagîhin van xetan serî li komeleyan didin.   Edliye naxebitin: pêşî li şîdeta li ser jinê vedibe   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum destnîşan kir ku yek ji cihên ku herî zêde jin lê rastî şîdetê tên mal in û got: “Divê hikûmet ji bo jinan zemînek ewlehiyê li malê ava bike. Lê mixabin berovajî vê biryar tên girtin. Tu mekanîzmayeke ku jinan biparêze nayê derxistin. Mekanîzmayên hene jî di vê pêvajoyê xwe xwegîhandina wan zehmet bûye. Ji ber Edliye naxebitin. Li Edliyeya Çaglayanê tenê dadgeh nobedar hatiye hiştin. Yên din wê nexebitin. Gelo wê dadgeha nobedar şîdeta liser jinê çawa binirxîne. Divê dadgehe cuda ya nobedar der barê sûcên li hember jinan de bihata hiştin. Lê ev yek jî nayên cih.”   ‘Pakêta darazê jinan naparêze’   Zuleyhayê balkişandi ser qanûna înfazê ya niha li meclîsê ye û got di rewşa bê qebûlkirin de wê rê li ber gelek pisgirêkan vebike û ev tişt daxuyand: “Bi vê pakêtê re wê gumanbarê şîdet û tecawizê bên berdan. Gelo mekanîzmayên ku jinan ji van mêran biparêzin hene an na. Di Peymana Stenbolê de tê gotin ku dema kesên li dijî jinan sûc kirine, ji girtîgehê derkevin, divê tedbîr bên girtin. Gelo li dijî vê sererastkirinek heye? Na tune ye. Di pakêta darazê de ji bo jinan tu tiştek tune. Ji ber vê jî jin bi xetereyê re tên rû hev. Di vê pêvajoya vîrusê de li şûna ku tedbîr li dijî şîdetê bên girtin, berovajî vê biryar tên girtin. Li Tirkiyeyê tedbîrên ku jinan biparêzin nehatiye girtin.”