‘Rakirina tecrîdê bi têkoşîna gelan pêkan e’ 2020-04-09 09:05:00   Şehrîban Abî   COLEMÊRG - Endamên HDP’ê diyar kirin ku di pêvajoya vîrusa koronayê de divê hemû girtî bên tahliyekirin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin: “Rakirina tecrîdê jî bi têkoşîna gelan pêkan e.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sale didome û parêzerên wî 8 sal şûnde piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di 2’ê Gulana 2019’an de hevdîtin pêk anîn. Lê piştî vê dîsa tecrîd ket dewrê, herî dawî Mehemt Ocalan di 3’ê Adarê de çû Îmraliyê. Ji wê dîrokê şûnde dîsa hevdîtin hatin qutkirin. Lê di vê pêvajoya vîrusê de dîsa her kesî berê xwe da Îmraliyê.   Endamên HDP’ê yên Geverê, destnîşan kirin ku divê Abdullah Ocalan bê azadkirin.   ‘Hewcedariya welat bi aramî û aştiyê heye’   Yildiz Akdogan daxuyakirin ku ew bi fikarin ku wê vîrus bandorê li Îmraliyê jî bike û got: “Ji bo Ocalan bi hezaran girtî ketibûn greva birçîbûnê. Ji ber vê nexweşiyên wan didomin. Girtî ji rewşên wisa  dikarin bi bandor bibin. Divê demildest Ocalan û girtiyên siyasî bên tahliyekirin. Tiştek bi girtiyan û Ocalan bibe wê rê li ber karasetên mezin veke. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Hewcedariya welat bi aştiyê heye. Bi aramiyê heye. Ji bo vê jî têkoşîna gel girînge.”   ‘Divê mafê hevdîtinê pêk bê’   Şahdiye Kirmizigul jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi fikrên xwe rê dide ber jin û civakê û wiha pê de çû: “Ji bo me jinan Abdullah Ocalan gelek girîng e. Ji ber li dijî zîhniyeta serdest ya mêr şer kir. Niha jî dor ya jin û gelan e. Divê ji bo rakirina tecrîdê em têbikoşin. Divê mafê hevdîtinê Abdullah Ocalan jî bikar bîne. Ev mafekî destura bingehîn e.”   Şadiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku vîrusa korona ji bo girtîgehan rîskek mezin e û wiha dawî lê anî: “Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Divê dewlet xesas û bi edelet tevbigere. Divê qanûna înfazê wekhev pêk bê. Ji bo girtiyên siyasî pêngav nehatiye avêtin. Em bang li hikûmetê dikin ku ji bo hemû gelan tedbîrên tenduristiyê bigire.”   ‘Tecrîd rabe wê aştî pêk bê’   Selcan Saygi jî dsetnîşan kir ku Îranê ji ber vîrusê, girtiyên siyasî jî têde 85 hezar girtî berdan û got: “Tevî ku NY’ê bang kir ku girtî bên berdan jî tedbîr nayên girtin û girtî nayên berdan. Mafê girtiyan heye ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bikin. Dema tecrîd rabe jî aştiya civakî pêkan e.”