'Divê ji bo karkerên înşaet û tekstîlê tedbîr bên girtin' 2020-04-08 12:09:01   ENQERE - Têkildarê rewşa karkên înşaetê û karkên tekstîlê de Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, daxuyaniyek da û got: " karkerên înşaetê û tekstîlê di bin rîskê de dijîn û xwest ji bo karkeran bi lez tedbîr bên girtin."    Têkildarî zor û zahmetiyên karkerên înşaetê û tekstîlê yên di vê pêvajoya vîrûsa corona de dixebitin, berpirsiyara Komîsyona Kedê û Cîgira Hevserokên Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaziye, anî ziman ku di vê pêvajoyê de herî zêde karkerên înşaet û tekstîlê di bin rîskê de de û xwest ji bo karkeran tedbîr bêne girtin.    Şaziye, bang li rayedaran kir û xwest tedbîrên jêr bên girtin:    " * Sektorên înşaetê, fîrma û muteahhit, karkerên ku bi vîrûsê dikevin wan bi lez ji kar davêjin. Wan ji şertên qarantinayê bêpar dihêlin û davêjin kolanê. Divê ji bo karkerên înşateê bi tevahî tedbîr bêne girtin û mafê karkeran ê aborî û tenduristî bê parastin.    * Divê ji bo karkerên ku vîrûs bi wan re hatiye dîtin li bajar navenda qarantînayê bê avakirin. Divê ji bo wan 14 rojan pêvajoya qarantînayê têxin meriyetê."    * Piştî pêvajoya qarantînayê divê ketin û derketina bajaran jî li ber çavan bê girtin û ji bo wan bişînin mala wan destûr bê girtin.    * Divê karker ji kar nayên avêtin. Dûrxistina karkeran bê qedexekirin. Divê destûra bi heq bidin wan.    * Divê ji xeynî hilberîna tenduristî, zexîre, paqijî yên ku mecbûrî ne, hemû sektorên din hilberînê rawestînin.