'Mûşî hem li dijî xizaniyê û hem jî li dijî koronayê têdikoşin' 2020-04-05 09:15:14   Şehrîban Abî   MÛŞ - Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Sîbel Genç diyar kir ku Mûş bajareke xizan e û got: "Bi belavbûna vîrûsa koronayê re tirs û fikara welatiyan zêdetir bû. Ji ber ku bajareke xizan e divê polîtîkayeke taybet li hemberî vir bê meşandin."   Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) rewşa welatiyan her ku çû ket nava zehmetiyan. Tirs û fikar jî di nava civakê de jî pêş ket. Lige vê jî hejmara mirin û nexweşan jî zêde dibin. Li pêvajoeyek wisa de herî zede jin û zarok bi bandor dibin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Mûşê Sîbel Genç bal kişand ser rewşa Mûşê.    Sîbel, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vakayên vîrûsa koronayê û got: "Me li Mûşê Maseya Krîzê ava kir. Lê belê tiştên ku li vir bikin bi sînor in. Em dixwazin hejmara vakayan hîn bibin. Em niha gund û li navçeyan di nava têkiliyan de nin. Em xwe nagihînin agahiyên rast, dixwazin agahiyên di destê xwe de jî bi rêya telefon û medyaya civakî piştrast bikin. Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr û endamên Meclîsa Şaredariyan bi gel re di nava têkiliyan de nin. Em bi vî rengî agahiyan digirin."   ‘Li Mûşê 3 gund xistin karantînayê'    Sîbel, diyar kir ku niha li Mûşê 3 gund di bin karantînayê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hewl didin ku xwe bighînin gelê xwe. Em dixwazin di her helê de gelê xwe hişyar bikin. Pirsgirêka tenduristiyê pirsgirêka hemû bajarê ye. Em daxwazên xwe ji şaredarê Mûşê re dibêjin. Di hêla aboriyê de Mûş ne serkeftiyê û li nava hemû bajaran de di rêza 81'emîn de cih digire. Di dîrokê de heta niha li Mûşê nexweşiyên wekî ebola, lerzeta (sıtma) û werem derketin holê ev tişt wekî nexweşiyên xizanan tê pênasekirin. Ji ber vê vî vîrûs mirovan zêdetir dixe nava fikaran. Êdî tu tişt wekî berê nabin û bi taybetî jî bajarên xizan lê zêde bin."   'Deşta Mûşê cihê herî bi bereket e lê...'   Sîbel, da zanîn ku deşta Mûşê cihê herî bi bereket e û wiha bi lêv kir: "Deşta Mûşê ciheke bi bereket e lê heta niha tiştek nehatiye kirin. Heke polîtîkayeke baş a çandiniyê li vir bihata bi rêvebirin dê îro gel xîzan nedibûn. Ji ber buhabûnê êdî kesên ku cotkariyê dikirin dev ji cotkariyê berdan. Divê polîtîkayên aborî wisa bibe ku fikara welatiyan a birçîmayînê nemîne."   Sîbel, bal kişand rewşa sektora tenduristiyê ya bajêr û wiha got: "Divê hikûmet encamên herî xirab bifikire ku wisa tedbîrên xwe bigire. Divê li nexweşxaneyên li vir li gorî rewşa heyî bên amadekirin. Divê ji bo malbatên xizan jî alîkariya malzemeyên tendûristî û paqijiyê bên dayîn."   'Barê jinê bêtir giran bû'    Sîbel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên ku dixebitin û wiha axivî: "Li Mûşê gelek atolyeyên tekstîlê hene û ji ber vîrûsê 15 roj in karê xwe dane sekinandin. Ev tişt barê jinê girantir kir. Ligel heqdesteke kêm jî jin debara xwe dikir û perê xwe bi xwe qezenç dikirin. Lê niha rewş guherî û jin niha li malê ne. Li malê mayîna jinê jî rê li ber pirsgirêkên din vedike. Ev jî şîdeta li hemberî jinê ye. Divê li hemberî vê yekî jî tedbîr bên girtin."