Hevşaredarên HDP’ê: Gel li dijî vîrusê têdikoşe, AKP jî bi destkeftiyên gel re têdikoşe 2020-04-01 09:08:00   Şehrîban Abî   WAN - Di pêvajoya ku li dijî vîrusê têkoşîn dihat meşandin de ji bo 8 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarên Îdir, Giyadîn û Panosê yên HDP’ê bakişandin ser xebatên li dijî vîrusa korona û gotin: “Hemû cîhan li dijî vîrusê têdikoşe lê AKP’ê li dijî destkeftiyên gel şer daye destpêkirin.”   Di vê pêvajoya ku li welat li dijî vîrusê têkoşîn tê meşandin de ji bo şaredariyên HDP’ê tayînkirina qeyûman jî didome. Herî dawî di 23’ê Adarê de ji bo şaredariya Farqîn, Licê, Gêlê û Erganî ya Amedê, ji bo şaredariya Norşîn a Bedlîs, ji bo şaredariya Halfelî ya Îdirê û Gokçebag a Sêrtê bi talîmata wezareta karê hundir qeyûm hat tayînkirin. Bi qeyûmên dawî re bi giştî ji bo 40 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin.   Hevşaredar a Îdirê ya HDP’ê eylem Çelîk, hevşaredara Giyadîn a Agiriyê Betul Yaşar û ya Panosê Muşerref Geçer tayînkirina qeyûman nirxand.   ‘Em ê li dijî şerê AKP’ê xebatên xwe bidomînin’   Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk diyar kir ku hemû cîhan li dijî vîrusê têdikoşe lê AKP’ê li dijî destkeftiyên gelê Kurd şer daye destpêkirin: “AKP’ê ev pêvajo veguhert derfetê û mafên gel xesp kir.Em behsa demokrasî zelalî û gelbûnê dikin. Lê desthilatdarî îradeya gel tune dike. Tevî êrîş û darbeya AKP’ê em ê ji bo tenduristiya gelê xwe her cureyê xebatê bikin û vê biryarbûna xwe bidomînin.”   ‘Em bi hemû derfetan xebatan dimeşînin’   Eylemê daxuyakirin ku şaredariyê li dijî vîrûsê zû dest bi xebatan kiriye û got: “Hemû wesayîtên veguhestinê, rawestgeh, mizgeft, saziyên cemawerî kolan û qadên qerebalix tên dezenfektekirin û şuştin. Em li hinek nokteyan maşîneyên dezenfektanê datînin. Me komên krîz û kordîneya tenduristiyê ava kirin. Me tedbîr ji bo nexweş û kal û pîran girt. Xebatkarên tendusitiyê wesayîtên veguhestina komî bê pere bikar tînin.”   ‘Sedema vê dagirkirinê xebatên me ne’   Hevşaredara Giyadîn Betul Yaşar jî wiha dirêjî da axaftin xwe: “Feraseta dsethilatdariya ku ji demokrasiyê dur wê tu car zemîna xwe nebîne. Em ê li dijî van dijhiqûqiyan bin.Em ê bibin pêşeng û parêzvanên feraseta ku serî natewîne. Gel bi canê xwe de ketiye wan jî dest bi dagirkirinê kirine. Sedema van êrîşan jî, xebatên me yên ji bo gel e. Me heta niha gelek xebat kirin. Em ê berdewam jî bikin. Li dijî vîrusê jî xebatên me didomin. Ji bo em gel agahdar bikin me bîlborg û afîş amade kirin. Em broşur belav kirin. Di şaredariyê de anons tên kirin. Me li bajar nokteyên dezenfektanê ava kir.  Her ku dezenfektan diqede ekîbên men û dikin. Me koordînasyonek krîzê ya ji 9 kesî pêk tê ava kir. Malên şînê, cihên îbadetê, saziyên cemawerî, wesayît, rawestgeh tên dezenfekte kirin. Ji bo xebatkarên di ser temenê 60’î û kesên nexweşiya wan ya kornokî heye destur hat dayîn.”   ‘Em li ser daxwazên gel xebatan dimeşînin’   Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer jî destnîşan kir ku li dijî vîrusê xebatên agahdarkirinê ji bo gel dimeşînin û got lig elek nokteyên navçeyê standên dezenfektanê ava kirin û hemû qadên li navçeyê hatine dezenfektekirin û kolan hatine kuştin. Muşerrefê wiha berdewam kir: “Em çûn firin û cihên din me xebatkar agahdar kirin. Em li gorî daxwazên gelê xwe dixwazin navçeyê dezenfekte bikin.”