Girtiya nexweş bi erdê kaş kirin 2020-03-31 15:47:45   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku girtiya nexweş Sitî Goren a 70 salî bi erdê re kaş kirine birine revîrê û vê mijarê bir rojeva Meclîsê.    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiya nexweş Sitî Goren a 70 salî bi erde re kaş kirine birine revîrê û ev mijarê bir rojeva Meclîsê. Tayîp  bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiya Sitî  a 3 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û got: “Di her du milên girtî Sitî Goren de platin hene. Di heman demê de nexweşîna şeker û tansiyon e. Xizmên wê destnîşan dikin ku ew bi piştevaniya hevalên xwe yên girtîgehê pêdiviyên xwe dabîn dike. Xizmên wê ragihandin ku herî dawî wê birine revîrê bi erdê re kaş kirine. Di nav şertên girtîgehê de her roj problemên tenduristiyê zêdetir dibin. Niha nexweşîna vîrûsa koronayê çawa bandorê li ser rewşa hemû girtiyan dike li ser mafê tenduristiyê û jiyana Sitî Goren gefê xwe dixwe.”    Tayip binpêkirina mafan a ku Sitî pê re rû bi rû maye bi pirsan ji Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul kir û xwest derbarê Sitî de pirsên wî werin bersivandin.