‘Ligel virûsê AKP jî bi qeyûman gel mexdûr dike’ 2020-03-31 09:10:22   Hîkmet Tunç   WAN - Siyasetmedar Menîce Gulmez bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û got: “Welat di rewşeke zehmet de ye. Di vê rewşê de tayînkirina qeyûman şermek mezin e.” Caziye Duman jî got: “Em ê tenduristiya gelê xwe li ber çavan bigirin û têkoşîna xwe bidomînin.”   Li Tirkiyeyê ku rojeva herî girîng vîrûsa korona bû, di 23’yê Adarê de ji bo 8 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûm hat tayînkirin. Ji bo şaredariya Êlih, Farqîn, Licê, Gêlê û Erganî ya Amedê, ji bo şaredariya Norşîn a Bedlîsê, Xelfelî a Îdîrê û Gokçebag a Sêrtê qeyûm hat tayînkirin. Seroka Giştî ya Partiya Mirovahî û Azadiyê Menîce Gulmez û hevşaredara Seravê Caziye Duman ya ku qeyûm tayînê şûna wê kirin, pêvajo nirxandin û bertek nîşanê rewşê dan.   Menîce Gulmez destnîşan kir ku hemû welat di vê pêvajoyê de hewl didin ku gelê xwe biparêzin û windahiyan kêm bikin, Tirkiye berovajî vê tevdigere û got: “Mînak herî mezin jî bêhestiyariya li hember girtîgehan. Jiyana mirovan di xetereyê de ye. Girtîgeh bi xetereyek mezin re rû bi rû ye.”   Menîceyê bi lêv kir ku mirov ji ber tirsa vîrûsê hepsê malên xwe bûne û wiha pê de çû: “Tevî têkçûna aborî, têkçûna psîkolojî, betalî û gelek pirsgirêkên din, hikûmetê berê xwe daye aliyekî din û qeyûman tayînê îradeya gel dike. Welat di pêvajoyeke zehmet de derbas dibe. Di vê pêvajoyê de tayînkirina qeyûman şerma herî mezine.”   Menîceyê di dawiya axaftina xwe de bang ligel kir ku tenduristiya xwe biparêzin û xwedî li îradeya xwe derkevin û got: “Ev zilm bêguman wê wisa berdewam neke. Her zalim wê rojekê bi tiştên ku kiriye re bê rû hev. Bila gelê me hêviya xwe biparêze. Roj wê rojekê ji bo me jî hilbê.”   ‘Wê ev polîtîka tu car encamê nede’   Hevşaredara Seravê ya Wanê Caziye Duman ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin jî axivî û daxuyakirin ku wê ev polîtîka tu car encamê nedin û wiha pê de çû: “Rewabûna qeyûman tune. Ji ber qeyûman me plana stratejiya 5 salan nexist jiyanê. Qeyûm niha tu xizmetê nadin gel. Tevî her tiştî me xizmeta xwe li kolanan meşand. Tevî her şert û mercî em xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Gelê me jî xwedî li îradeya xwe derdikeve. Cîhan li dijî vîrûsa korona têdikoşe, lê dsethilatdarî polîtîkayên înkar û xespê li hember Kurdan dimeşîne. Ev polîtîka tu car wê cihê xwe negirin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin"