Parlamenterên HDP’ê: Tayînkirina qeyûman tunehesibandina tendirustiya gel e 2020-03-26 09:12:44   Zeynep Durgut   AMED - Parlementerên HDP’ê  der barê tayinkirina qeyûman de nirxandin kirin û gotin ku tayinkirina qeyûman tunehesibandina  tendûristiya gel e û li dijî polîtîkayên dijminane ew ê li her derê tendûristiya gel biparêzin.    Şaredariya Êlîh, navçeyên Farqîn, Licê, Gêl û Erxenî yên Amedê, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê ku girêdayî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Bi  tayinkirina qeyûman  re hevşaredarên Êlîhê Songul Korkmaz, Mehmet Demîr, hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin xebatên şaredariyan ên li dijî vîrûsa koronayê jî hatin sekinandin. Der barê mijarê de parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Pero Dûndar ji ajansa me re axivin.    ‘Em ê tendirustiya gel bıparêzin’   Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tayinkirina qeyûman û anî ziman ku dewletê vîrûsa koronayê veguherand firsendê û ev nirxandin kir:” Hikûmeta AKP’ê vîrûsa koronayê wekî firsend dît û careke din êrîşî  destkeftiyên kurdan kir. Vîna gel di heman demê de tendûristiya gel e. Tayinkirina qeyûman tunehesibandina tendûristiya gel e. Em ê wekî HDP’ê  heta dawiyê  tendûrîstî û vîna gel biparêzîn. Ji peywirê dûrxistina j hevşaredarên ku bi vîna mîlyonan hatine hilbijartin, dijminahiya li hemberî Gelê Kurd e. Tedbîrên ku şaredariyên me ji bo parastina tendûristiya gel hildan Enqerê aciz kirin. Dixwazin bi rêbazên cüda serweriya xwe berdewam bikin. Em ji gelê Tirkiyeyê dipirsin, ‘wicdanê we vê qebûl dike Bextê we ji vê razî ye?’ Ger ku wicdanê we qebûl nake li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin. Di plansaziyên me de tendûristiya gel erka me ya sereke ye. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina gel bidomînin.    ‘Derdê îktîdarê ne vîrûsa koronayê binpêkirina vîna gel e’   Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dûndar jî destnîşanî tayinkirina qeyûman kir û bi lêv kir ku tenê derdê AKP û MHP’ê pêşxistina polîtîkayên dijminahiya bi kurdan re ye û wiha axivi:” Derdê îktîdarê ne vîrûsa koronayê, derdê wan binpêkirina vîna gel e.  Derdê îktîdarê ne tendûristiya civakê û gel e. Di pêvajoyeke ku divê gel biparêzin de êrîşî şaredariyên me dikin qeyûman tanyîn dikın û hevşaredarên me, endamên mecilisên şaredariyên me binçav dikın.  Îktîdara ku nikare aloziya ji ber vîrusa koronayê rêve bibe bi tayinkirina qeyûman aloziya heyî vedişere. Li gel veşartina aloziyê iktidar  rojevê li gorî berjewendiyên xwe diguherine. Divê gel  baweriya xwe bi wan neyne. Ne di warê aborî de, ne jî di warê tendûristiyê de nikarin tiştekî bikin.”   ‘Mirov ne ji ber vîrûsê ji ber  bêedeletî û faşîzmê dimirin’   Pero di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku şaredariyên HDP’ê ji bo parastina tendûristiya gel bi şev û roj dixebitin û got ku tayinkirina qeyûman li dijî parastina tendûristiya gel hat kirin û wiha pê de çû:” Bila bê zanîn ku li dijî  polîtîkayên dijminane em ê ji bo parastina tendûristiya gel ê xwe her tim amade û çalak bin.  Tişta ji bo tendirustiya gel xeter îktîdara AKP û MHP’ê ye. Li Tirkiyeyê  mirov ne ji ber vîrusê ji ber  bêedeletî û faşîzmê dimirin. AKP û MHP gelên  me terikî mirinê dikin. Em ê jî li hemberî vê tedbîrên xwe bigirin. Em ê ji malên xwe dernekevin, lê em ê di malan de nerûnin. Em ê bixwinin, lêkolîn bikin û bi analîzan rewşa heyî parve bikin.”    ‘Pêwîste ku bi lez û bez girtîgeh bên valakirin’   Pero bi domdarî bal kişand ser rewşa girtîgehan û got:” Îktîdar ji xeynî valakirina girtîgehan bi binçavkirinan û girtinan girtîgehan zêdetir tijî dike. Girtîgeh ji bo belavbûna vîrûsê qadên herî guncav in. Em li vir careke din bang li îktîdarê dikin. Pêwîste ku bi lez û bez girtîgeh bên valakirin. Li hemberî bêberpirsyariya dewletê divê em berpirsyar tevbigerin. Em ê ne tenê xwe, bi xwe re tendûristiya gelê jî biparêzin. Em ê nanê xwe bi hev re parve bikin.  Divê gel li hemberî rewşa heyî bêdeng nemîne.”   ‘Divê em xwe biparêzin’   Pero herî dawî  diyar kir ku xebatkarên tendûristiyê û nexweşxane herî kêm li Kurdîstanê hene û wiha got:” Ez bawer dikim ku ger em heta du mehan sebir bikin, em ê bikaribin vê pêvajoyê derbas bikin. Kesên ku qeyûm tayîn dikin û vîna gelê me binpê dikin bila bizanibin ku  em ê her tim bi gelê xwe re bin. Li kolanan,malan û televîzyonan de em ê tedbîrên xwe bigirin û bi vî awayî dengê xwe bidin bihistin. Ji bo me tişta herî sereke û girîng ewlehî û tendûristiya gelê me ye. Em li vir careke din bang dikin û banga xwe dubara dikin, ger ku pêdiviyeke jiyanî nebe dernekevin derve. Em ê paqijiya xwe biparêzin û piştgiriyê bidin hev. Ger ku îktîdarê di roja ewil de tedbîr girtibûna  dibe ku îro evqas nexweşî belav nebiba. Ji ber vê jî divê em xwe biparêzin”