Li girtîgehan bêyî ku cudatî pêk were ew ê ji bo tehliyeyan gav bên avêtin? 2020-03-24 14:58:37   EDENE-Tulay Hatimogulari ya HDP’î derbarê tedbîrên di warê Virusa Koronayê tê girtin de ji Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay re pirsa “Li girtîgehan bêyî ku cudatî pêk were ew ê ji bo tehliyeyan gav bên avêtin?” kir.    Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogularê derbarê tedbîrên Virusa Koronayê ya ku li cîhanê belav bûye de pêşniyazname ji meclîsê re pêşkeş kir.    Di pêşniyaznameyê de wiha hat gotin:”Virusa Korona (Covid-19) bandora xwe li ser hemû cîhanê kiriye. Li gor daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahretti Koca li tirkiyeyê teşhisa hezar û 529 kesî ya koronayê hatiye kirin û 37 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li dijî Virusa Korona divê rêxistinek civakî hebe. Ji bo gel zirarê nebîne divê rêxistinên kedê û pîşeyî yên ji roja yekem de kedek mezin dane beşdarî xebata berfireh bibin.”   Di pêşnûmeya ku daxuyaniya hevpar a DÎSK, KESK, TMMOB ve TTB’ê hat bibîrxistin de hat gotin ew ê piştevaniya civakî têkoşînê mezintir bike.