'Cîhan tev bi nexweşiya koronayê re AKP jî bi kurdan re mijûle!' 2020-03-24 09:13:32   AMED - Duh qeyûm tayînê şaredariyên Êlîh, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîk, Norşîn û Xelfelî hat kirin û hevşaredar hatin binçavkirin. Parlamenterên jin ên HDP'ê da zanîn ku AKP'ê ligel vîrûsa koronayê ya ku li seranserê cîhanê bûye felaketek dîsa jî dijminatiya xwe ya li hemberê Gelê Kurd didomîne.   Li ser fermana Wezareta Karê Hundir duh qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlih, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê hatin kirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredarên HDP’yî ji peywirê hatin dûrxistin. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya û hevşaredarên Êlihê Songûl Kormaz û Mehmet Demîr, hevşaredarê Licê Tarik Mercan û şaredarê Civanîka Sêrtê Serhat Çîçek hatin binçavkirin. Avahiyên şaredariya jî ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin. Têkîldarî mijarê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Remziye Tosun û Ayşe Acar Başaran ji ajansa me re axivîn.   'AKP jî bi dijminahiya kurdan re mijûle'   Parlamentera Êlîhê Feleknas Uca bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da û got ku ev operasyoneke qirkirina siyasî ye û ev tişt anî ziman:" Li 5 bajarên Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin. Lê wekî ku tê zanîn cîhan tev li hemberî vîrûsa koronayê têdikoşe, Tirkiye jî bi dijminahiya kurdan re mijûle. Li gel hevşaredaran li Êlîhê 11 kes hatin binçavkirin. Me xwest em daxuyanî bidin, lê êrîş li me kirin. Li gel  endamên partî û rêvebiran bi giştî 16 kes hatin binçavkirin. Ev qirkirineke siyasî ye. Dema ku qeyûm hat tayînkirin li ser gelek hesabên trol de 'Ev destpêke em ê bi giştî paqijbikin' hatin parvekirin. Em ê mafên xwe yên demokratîk bikar binin. Em naxwazim tendûristiya gel bi xetereyê re rûbirû bimîne. Di vê çarcoveyê de em ê xebatên xwe bidin meşandin. Ger ku îro dewlet gelê xwe nefikire û hîna jî hesabên tayinkirina qeyûman bike em jî dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û em ê dengê xwe bilind bikin."   'Şaredariyên me tenê xizmetê didin'   Parlementera Amedê Remziye Tosun jî bi lêv kir ku di pêvajoyeke wiha de hedef girtina gel nayê qebûlkirin û ev nirxandin kir: "Şaredariyên me li navend û navçeyan xebatên paqijiyê didan meşandin. Ji belaşbûna avê heta ku alavên paqijiyê her tişt belaş bû. Bi van xebatan şaredariyên me polîtîkayên dewletê teşhîr kirine. Lê AKP û MHP wê dijminahiya kurdan de bifetisin. Di bin siya nexweşiyê de li hemberî Kurdan hiqûqa xwe binpê dike. Gel bm nexweşiyê re rûbirû dihêle. Ev nexweşî ji ber pratîka polîtîkayên wan ev qas belav bû. Her wiha  dîrok nîşanî me daye ku dîktator yek bi yek çawa diçin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê polîtîkayên hkûmetê yên netewparest bi hewldanên xwe deşîfre bikin."   'Li hemberî çareseriyên alternatî êrîş pêk tên'   Parlamentera Êlîhê Ayşe Acar Başaran jî wekî parlamenterên din bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vîrûsek heye ku li tevahiya cîhanê tehdît dike. Her çend ku AKP siyaseta dijminatiyê dimeşîne jî çend roj beriya niha wezîrê tenduristiyê derket û got 'Em dev ji siyasetê berdin, îro roja yekitiyê ye'. Lê belê me duh dît ku wisa nîne. Dijminatiya li hemberî kurdan didome. Em li dijî krîzê ketin nava hewldanan û me rewşeke krîtîk îlan kir, lê belê hikûmet nekarî di bin vî barî de derkeve. Mînaka herî girîng jî şaredariya Êlihê dabû û faturayên avê dê nedin welatiyan. Piştî vê biryarê qeyûm hat tayînkirin. Ev alternatîfek bû lê belê êrîş kirin. Ez bang dikim ku her kes li dijî vê dijminatiyê bibe yek deng."