Leyla Guven: Dê li kuçeyan agirê Newrozê gur bibe 2020-03-20 12:38:39   Medya Uren - Berîtan Canozer   AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamenter Leyla Guven diyar kir ku Newroz nîşaneya  serhildan û berxwedana Gelê Kurd e û got: "Ji ber ewlehî û tendirustiya gel me pîrozbahiyên Newrozê betal kirin. Lê em ê li kolanan li kuçeyan agirê Newrozê gur bikin. Bi yekitî û piştevaniya gelê xwe em ê guhertinên mezin pêk bînin."   Bi hezar sal in Gelê Kurd ligel hemû astengî û qedexeyan bi berxwedan û têkoşînekî mezin cejna vejînê Newrozê pîroz dikin. Îsal ji dihat hêvî kirin ku bi pêşengiya partiyên siyasî yên kurdistanî bi beşdarbûna bi hezaran welatiyan re cejna Newrozê were pîroz kirin. Lê ji ber sedema şewba vîrûsa koronayê pîrozbahî û bernameyên Newrozê hatin betalkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û di heman demê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven derbarê girîngiya Newroza 2020’an û wateya Newrozê de ji ajansa me re axivî.    ‘Ligel astengiyan Newroz hat pîrozkirin'    Leyla, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ji bo Gelê Kurd sersal û cejna vejînê wate û girîngiyek cuda hildigire û nîşaneya berxwedan û têkoşînê ye.  Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev agir bi serhildana Kawayê Hesinkar re dest pê kir û heta roja îro bi agirên nujen re xwe gurtir dike. Kawa di dema xwe de bû pêşengê şoreşe û guhertinên mezin li Rojhilata Navîn pêk anî. Heta niha ew agire ku hatî pêxistin bi agirê Rewşen, Zekiye, Ronahî û Zîlanan zindî tê hêlan. Lewra her tim li dijî pîrozkirina Newrozê astengiyê mezin hatin derxistin. Lê Kurd tu caran astengiyan vê qebûl nekirin û ji bo pîrozkirina cejna vejînê berxwedaneke mezin dan. Sema, Zîlan û Rewşen bûn agirê serhildanê û bûn Kawayên hemdemin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin û em wan bi bîr tînin. Wê tucar agir venemire.”   ‘Newroz şoreşa li hemberê dîktatoriyê ye'    Leyla, di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku bi bedelên giran hatine wan rojan û got: “Ji ber sedema çaresernekirina pirsgirêkên Kurdan ên heyî ev roj ji bo wan bû referandûmek. Lewra ev roj dibe roja daxwazkirina çareserkirina pirsgirêkan. Kurd ji bo daxwaza azadî û demokrasiyê qada Newrozê tijî dikin. Êdî Kurd bê statûbûyînê qebûl nakin. Ji bo çareserkina van pirsgirêkan ango aramiya Rojhilata Navîn em her tim amade ne. Em ji bo daxwaza gel her tim di nava xebatan de nin. Newroz şoreşa li hember dîktatoriyê ye. Divê deshilatdar û îktidar bikevin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gav bên avêtin."   ‘Li hemberî êrîşan serhildanên mezin pêk hatin'    Leyla, diyar kir ku di Newroza îsal de dirûşm û daxwazênmeyên girîng hene û wiha bal kişand ser mijarê: "Di sala 2013’yan de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newrozê de hat ragihandin. Gel bi yek dengî gotin 'Bijî Serok Apo'. Ev di rastiya xwe de daxwaz û referanduma Kurdan bû. Heya îro ji kurd vê daxwaz û statuya xwe bi dest nexistiye, niha jî zext û zilm li ser me hey e. Bê guman ji bo sekeftinê hewildaneke mezin heye. Lê divê ev hewildan bi çalakiyên ji deve tên kirin re neyê temaşe kirin. Daxwaz û fikra gel di hilbijartinan de xwe nîşan dide. Lewla çiqas êrîş li hemberî Kurdan pêk tên jî, li hemberî wê jî serhildanên mezin pêk tên. Gelê Kurd her tim li ser soz û doza xwe ye.”   Leyla da zanîn ku di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de pirek heye û çalakiya Semayê mînak da û wiha bi lêv kir: "Dema Sema çalakiya fedayî pêkanî û got 'Ez bedena xwe dikim pireke ji agir ku Gelê Kurd di van rojên berxwedanê de serhildana min weke rêyek bibînin'.”   ‘Ewlehiya gel ji bo me girîng e’   Leyla derbarê Newroza îsal de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hêviyek me ya mezin hebû ku girseyek mezin tevlî pîrozbahiyan bibin. Lê ji ber ewlehî û tendirustiya gel me hatina gel ya ba hev qebûl nekir û pîrozbahiyên Newroz betal kirin. Lê em ê li kolanan li kuçeyan agirê Newrozê gur bikin. Em jin dê di ferqa pêvajoyê de tevbigerin û bêtir rêxistinbûna xwe mezin bikin. Em rol û mîsyona xwe ji dizanin. Em ê di Newrozê de wekî her tim serkêşiya serhildanê bikin."   'Bi yekitiyê dê guhertinên mezin pêk bên'   Leyla di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê em li gorî vê peyamê tevbigerin û wê cidî bigirin. Ango weke lingê sêyem yê maseyê divê em di ferqa rol û mîsyona xwe de bin. Em hêvîdarin ev yek bibe sedem ku em serhildana xwe ya li hember tecrîtê xurtir bikin û bibin sedema rabûna wê. Bi yekbûn û piştevaniya Gelê Kurd re em hêvîdarin wê guhertin mezin pêk bên. Her wiha ez Newroza 2020’an li Gelê Kurd û Rojhilata Navîn, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pîroz dikim."