Pervîn Buldan: Peyamên Birêz Ocalan yên Newrozê esasbûna xwe diparêze 2020-03-20 09:04:31   Dilan Babat   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan peyamanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên di mîtîngên Newroza 2013,2014 û 2015’an de hatin xwendin nirxand û got: “Îro hîna tecrîd didome  lê peyman û deklerasyonên Newrozê yên Birêz Ocalan yên li ser sekinîn û îfade kirin hîna esas tên girtin. Divê Kurd wek lingê sêyemîn bên dîtin û tevlî pêvajoyê bên kirin.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan der barê peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên Newrozên 2013,2014 û 2015’an de nixandin kir û bi lêv kir ku peyam hîna jî esas tên girtin.   Peyama 2013’an: Deriyê pêvajoya siyaseta demokratîk vedike   Di 21’ê Adara 2013’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga ‘Silav ji gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn a Newroza ku roja vejîn, zindîbûn û şiyarbûnê bi tevlîbûn û tifaqeq berfireh pîroz dike’ kir. Sala 2013’an bû destpêka pêvajoyek nû ya ji bo gelên Kurd û Tirk. Di 18’ê Adara 2013’an de Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê demî parlamenter Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera Idîrê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder di vegera Îmraliyê de peyama Abdullah Ocalan a weke ‘Di 21’ê Adarê de ji bo bang bê kirin amadekarî tên kirin. Banga ez dikim dîrokî ye’. Ev bang di alî siyasî û leşkerî de agahiyên têr dihewîne.”   Peyam peyameke ku ev Newroz ji Newrozên din cudatir bû nîşan dida. Bi mîlyonan kes ji bo peyama Abdullah Ocalan guhdar bikin li qada Newrozê bûn yek dil. Di 21’ê Adarê de jinan bi rengên xwe li eniya pêş cih girtin. Ji ber ku jinan bedela herî giran a şer dabûn.   Qada Newroza Amedê tije bûbû. Ji 7’an heta 70’ê bi mîlyonan kesî guh da peyama Abdullah Ocalan. Kurdiya peyamê Pervîn Buldan û ya Tirkî jî Sirri Sureya Onder xwend.   Bi hezaran kesî li qada Newrozê, li kargeriyan, li malên xwe, li kolanan li cadeyan guh dan peyama Abdullah Ocalan.    Abdullah Ocalan bi van gotinan bang li mîlyonên li qada Newrozê kom bûbûn kir: “Silav ji gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn a Newroza ku roja vejîn, zindîbûn û şiyarbûnê bi tevlîbûn û tifaqeq berfireh pîroz dike..   Silav ji gelên xwik û bira yên bi coş û xweşbiniya demokratîk Newroza ku mîlada dema nû ye pîroz dikin…   Silav ji rêwiyên rêya mezin yên ku wekhevî û azadiya gelên demokratîk kir rehber…   Silav ji we Kurdên ku ji quntarên çiyayê Zagros û Torosê, heta geliyê çemê Dîcle û Firatê; ji axa pîroz a Mezopotamya û Anatolyayê ji şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re malovanî kiriye…   Ji bo Kurdên ku bi mezhebên cuda re wek xwişk û bira û dost jiya û bi hev re jiyan bi hev re ava kirin Dîcle û Firat, Sakarya û Merîç xwişk û bira ne. Çiyayê Agirî û Cudî dostên Kaçkar û Erciyesê ne. Govend û Delîlo xizmên Horon û Zeybekê ye."   ‘Bi sedhezarên qada Newrozê tije kirin çareserî xwestin’   Rejîmên mêtînger êdî dawiya xwe anîne. Gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn êdî şiyar dibin. Vedigerin ser xwe. Ji pevçûn û şeran re dibêjin bes e. Sedhezarên ketin qada Newrozê êdî wekhevî, çareseriyê dixwazin. Aştiyê dixwazin.   ‘Dema nû dest pê dike’   Ciwanên banga min di dilê xwe de bi cih kirin, jinên peyama min dan ser dilê xwe, dostên ku gotinên min dan ser ser û çavên xwe, mirovên guh dan dengê min; îro demek nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, ji bo pêvajoya siyaseta demokratîk derî vedibe.   Ev ne dawî, destpêkek nû ye. Ev ne destberdana têkoşînê ye, têkoşînek cuda hatiye destpêkirin.   Ev Newroz ji bo me hemûyan mizginiyek nû ye. Zemîna têkoşîna nû fikir, îdeolojî û siyaseta demokratîk e, destpêkirina pêngaveke demokratîk a mezin e. Silav ji hemû kesên hêz dan vê pêvajoyê re, silav ji kesên piştgiriyê didin çareseriya aştî û demokatîk!   Silav ji wekheviya gelan re, silav ji kesên ji bo azadî û wekheviyê berpirsyarî girtine ser xwe!   Bijî Newroz, bijî wekheviya gelan!”   Abdullah Ocalan ku der barê encamên ku feraseta dewlet û desthilatdariyê afirandiye de nirxandinên girîng kir û diyar kiribû ku yekane rêya ji xelasbûna kaosê, bi hev re têkoşîn e û ji jiyankirina paradîgmaya netewe demokratîkbûnê derbas dibe.   Ji 7’an heta 70’ê her kesî li cem îradeya Abdullah Ocalan cih girt   Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê hemû gelên Tirkiyeyê ve bi coş û hêvî hat pêşwazî kirin û ji jinan heta xwendekaran ji ciwanan heta karkeran ji hunermendan heta rewşenbîran, akademîsyen, siyasetmedar û heta rojnamegeran ji 7’an heta 70’ê li cem îradeya jiyana azad a Abdullah Ocalan cih girt.   Peyama 2014’an: Aştî ji şer zehmetir e, lê aştiyeke her şerî heye   Di 21’ê Adara 2014’an de Abdullah Ocalan vê carê jî derbarê pêvajoya çareseriyê de bi peyamê diyar kir ku bi meşandina nîqaşan re hikumet pêvajoyê giran dimeşîne û peyama hişyariyê dabû. Her wiha banga xwedîderketina pêvajoyê li hikûmetê kiribû.   Abdullah Ocalan dîsa di peyama xwe de ji bo mîlyonan jinên bi rengê xwe qad tije kiribûn jî got jin barkêşên esas ên aştiyê ne.   Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2015’an de jî rexneyên xwe yên derbarê pêşveçûyîna pêvajoyê de giran kir û vê carê hişyarî li jinan kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin û got divê jin û ciwan bi awayekî çalak di pevajoyê de cih bigirin.   Abdullah Ocalan bi perspektîf, ked û hewldana xwe pêşengiya pêvajoyê kir   Abdullah Ocalan wê rojê carek din hêviyên mîlyonan kesên qad tije kiribûn, bi agirê Newrozê geş kir. Jin ji bo pêşengiya pêvajoya nû bike, amade bûn. Abdullah Ocalan bi peyamên ku şandin Newrozan dubare kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê dawî bibe wê mîsyona hewcedar bigire ser xwe û bi perspektîf, ked û hewldana xwe pêşengiya pêvajoyê kir.   Peyama 2015’an: Banga avakirina mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn dikim   Di 2015’an de Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo rejîma ‘yek kesî’ fermî bike pêvajo bi dawî kir û îradeya jiyana bi hev re ya gelan û keda sê sal bû bi pêşengiya Abdullah Ocalan ve dihat dayîn jî rakir. Lê gel da zanîn ku ew bi biryar in.   Di salên 2016 û 2017’an de jî bi sedhezarên ku qad tije kirin li dijî pêvajoyên pevçûnî, şîara ‘Em ê teqez qezenc  bikin’ bi yek dengî qêriyan. Pêşengiya van pêvajoyan jinên ku Abdullah Ocalan mîsyona mezin dabû wan kirin. Tevî hemû qedexeyan jin daketin qadan û gotin ew rê nadin faşîzmê, wê azadiyê bi ser bikeve.   ‘Divê em Rihê Newrozê li her derê belav bikin’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku heyeta Îmraliyê de cih girt û peyam xwend, der barê peyaman de diyar kir ku peyam hîna jî derbasdar in. Pervînê daxuyakirin ku mîtîng û bernameyên Newrozê taloq kirine û got: “Em ê îsal Newrozê li malên xwe pîroz bikin. Lê girîng e ku em rihê Newrozê li her derê belav bikin.”   Pervînê destnîşan kir ku Newroza 2013’an dîrokî bû û der barê peyamên Abdullah Ocalan de ev tespît kir: “Hevdîtinên bi Birêz Ocalan de pêk dihatin. Pêvajoya aştî û muzakereyê hebû û di vê demê de jî wateya Newrozê cudatir bû. Bi taybet nameyên dihatin xwendin, bangên dihatin kirin, ji bo atmosfera aştiyê gelek girîng bûn. Birêz Ocalan hîna jî dema bi parêzer û malbatê re hevdîtinan dike, di demokratîkbûn û aştiyê de israr dike û di çareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike.”   ‘Em girêdayê Rihê Newroza 2013’an e’   Pervînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hikûmetê peyamên Newroza 2013,2014 û 2015’an baş nexwendiye û di 2015’an de Mutabakata Dolmabaçeyê bi dawî bû û got: “ Birêz Ocalan îfade kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê pêngavên girîng bên avêtin. Ev pêngavên girîng bi Mutabakata Dolmabahçeyê ji gelên Tirkiyeyê re hat deklerekirin. Lê di asta em hatinê de mutabakat tune hat hesibandin. Îro di pêvajoya ku hîna tecrîd berdewam dike ku name û peyamên Abdullah Ocalan yên Newrozê hîna esas tên girtin. Ev bang li pêş me ne hîna. Em îsal Newrozê pîroz nekin jî em girêdayê Rihê Newroza 2013’an e û divê ev pêvajo dîsa bê dest girtin.”   ‘Ji bo em bibin lingê sêyem nîqaşên girîng dimeşînin’   Pervînê balkişand ser peyama Abdullah Ocalan ya di 4’ê Adarê de di hevdîtina bi Mehmet Ocalan re şandiye ya weke ‘Li Tirkiyeyê maseyek du ling heye. Hûn jî neçarin bibin lingek’ û got: “Balkişandina ser rol û mîsyona HDP’ê girîng e. Li Tirkiyeyê maseyek heye û ev mas edu ling e. Îfadeya ku divê Kurd jî bibin lingê sêyem gelek girîng e. Em HDP di demên pêş de li ser ku Kurd bibin lingê sêyem nîqaşan dimeşînin. Ne tenê di alî Tirkiyeyê de di alî hemû Rojhilata Navîn de mîsyon û rola Kurdan girîng e. Ji ber vîrusa korona xebatên ‘bûyîna lingê sêyemîn’ hinek asteng bûn lê çawa ku mijara korona bi dawî be em ê dest bi xebatên xwe bikin.”