‘Divê test li her bajarî bê kirin’ 2020-03-17 09:04:03   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê li 25 nexweşxaneyan testên vîrusa korona tên kirin û got: “Li gelek welatên ku vîrus bi lez belav dibe test bi awayekî hêsan û bê pere tê kirin. Divê li Tirkiyeyê jî wisa be. Em behsa vîruseke zû belav dibe dikin. Îhtîmalek mezin bi gelek kesî re heye. Divê demildest li her bajarî test bên kirin. Mînak li Colemêrgê guman hebe wê kî çiqas demê de xwe bigihêjînê.”   Piştî civîna Lijneya Zanista Vîrusa Korona ya wezîrê tenduristiyê Fahretîn Koca, wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û wezîrê Veguhestinê Mehmet Cahît Turan pêk anî şûnde civînek çapemeniyê hat dayîn û hat gotin ku tedbîrên cemawerî hatine girtin.Wezîrê tenduristiyê diyar kir ku serdanên ji bo nexweşan kêm kirine di saetên mesayiyê de nikare bê kirin. Di çarçoveya tedbîran de dibistan hefteyekê hatin girtin. Piştre jî wê ji dûr ve bê berdewamkirin. Zanîngeh 3 hefteyî wê tune bin. Maç heta dawiya Nîsanê wê bê temaşevan bên lîstin. Rêwitiya balafiran a ji bo Elmanya, Fransa, Ispanya, Norveç, Danîmarka, Belçîka, Avusturya, Swêd û Hollanayê heta 17’ê Nîsanê wê bê rawestandin. Her wiha wezaretê diyar kir ku testên vîrûsê li Tirkiyeyê tenê li 25 nexweşxaneyan tên kirin û ev test li nexweşxaneyên taybet nayên kirin. Piştî vê jî bi gel re fikar zêde bûn.   Di qada cemawerî û civakî de hinek tedbîr hatin girtin. Gelo ev tedbîr têr dikin? Di rojên borî de di rewşa ku nexweşî zêde bibe de wê ev nexweşxane dikaribin vê rewşê bi rê ve bibin? Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku di heman demê de doktor e, pirsên me bersivandin.   ‘Ne 5 hebin ji ber ku test bi sînor in’   Semrayê got heta niha li Tirkiyeyê li 4 hezar kesî testa korona hatiye kirin û ev hejmar kêm e û got: “Em behsa 80 mîlyon welatî dikin. Di vê rewşê de yên pozîtîf in kêm in. Divê ev test bê zêkirin. Wezaretê got li 25 nexweşxaneyan tê kirin. Li van nexweşxaneyan jî hemûyan nayê kirin. Test tê girtin dibin navendan. Ev jî pêvajoyê dirêj dike. Laboratuvar li cihên sînorkî hene. Divê laboratuvar bên zêdekirin.”   ‘Bi lez belav dibe’   Semrayê destnîşan kir ku li gelek welatan ev test bi hêsanî û bê pere tê kirin û wiha berdewam kir: “Li cîhanê ev test hema hema ji bo hemû kesî tê kirin. Divê li vir jî wisa be. Vîrus zû belav dibe. Ji bo vê divê bi lez tev bigerin. Îhtîmal heye ku ev vîrus bi gele kesî re heye. Em niha behsa 6 kesî dikin. Lê li hinek cihan 15-20 kesî dikin bin karantînayê.”   ‘Divê girtîgeh bên valakirin’   Semrayê diyar kir ku li Tirkiyeyê tedbîr qels in û got: “Li hemû welatên sînor vîrusa korona hat tespîtkirin. Bûyera yekem li Tirkiyeyê di 10’ê Adarê de hat aşkerekirin. Divê tedbîrên cidî bên girtin. Mînak şertên girtîgehan li holê ne. Di koguşan de herî kêm 50 kes dimînin. Av têr nîne. Di vê vîrusê de ya herî girîng paqijî ye. Gelek girtî nexweş in. Zarok û jin hene. Ji ber vê divê demildest tedbîr bê girtin. Divê girtîgeh bên valakirin. Divê girtiyên nexweş, jin û zarok bên berdan.”   ‘Divê li malên aramî û wargehan tedbîrên cidî bên girtin’   Semrayê her wiha bal kişand ser malên aramiyê, dibistan û wargehan û gotin divê li van deran jî tedbîrên cidî bên girtin, ligel vê li hember konferans, panel û mîtîngan jî tedbîr bê girtin. Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa ku nexweşî belav bibe de nexweşxaneyên Tirkiyeyê ne xwedî kapasîteya ku krîzê bi rê ve bibene. Piştî nexweşê ewil hat aşkerekirin civak ket fikarê. Bi fikara ‘gelo bi min re jî heye’, yên pozê wan diherikî yê dikuxiyan berê xwe dan beşê lezgîn. Di rewşa ev fikar kêm nebe wê li beşên lezgîn qerebalixek mezin çêbibe. Divê ev hewaya fikarê jî bê birêvebirin. Lê ev jî nehat kirin.”   ‘Nexweşaneyên biçûk û mezin ji hev cudatir in’   Semrayê bi lêv kir ku li gelek bajarî nexweşxaneyên bajar hatine çêkirin û got: “Ev nexweşxane pir mezin in. Xistina bin karantînayê ya nexweşxaneyek biçûk û ya mezin ji hev cudatir e. Bûyereke biçe nexweşxaneya bajar dikare hemû nexweşxaneyê bigire. Ji ber vê em dibêjin ku divê ev nexweşxane mezin bikin. Ev nexweşxane nikarin vê rewşê bi rê ve bibin. Ev rîska belavbûnê zêdetir dike.”   ‘Kît wê heta çiqas demê xwe bigihînê’   Semrayê got kîtên tespîta vîrusê divê li hemû bajaran bin û wiha got: “Em bêjin ku li Amed an jî li Colemêrgê guman heye. Gelo wê ew kît heta kengê xwe bigihînê. Ev rewşek girîng e. Divê ev test li her bajarî bê kirin. Ev vîrus ji ber ku zû belav dibe. Ne li gorî daxwazan divê li her bajarî ev test bên kirin. Hikûmet pêvajoyê baş bi rê ve nabe. Piştî civînê di daxuyaniya hat dayîn de gotin daxwaz hebe wê li van bajaran jî ev test bê kirin. Ev li gorî daxwazê nayê diyarkirin.”   ‘Paqijî gelek girîng e, divê dest her tim bên şuştin’   Semrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê nexweşiyê de tişta herî girîng paqijî ye. Lê di piyasayê de kolonya û dezenfekte qedyane. Yên ji vê rewşê fêdeyê digirin hene. Em hemû dibînin ku bihayên kolonyayê çawa zêde bûne. Rûpûş nayên dîtin. Ev jî wê rîska fikarê zêde bike. Divê der barê vê de sporên cemawerî bên avakirin. Destşuştin gelek girîng e. Paqijbûn pir girîng e. Divê ji qadên qerebalix xwe dûr bixin. Destên xwe her tim bişon. Destên xwe nedin hev, ji slavdayînê dûr bikevin. Divê gelê me pêşniyarên rêxistinên tenduristiyê guhdar bikin û li van pêşniyaran baldar bin.”