‘Çareserî li Îmraliyê ye’ 2020-03-13 09:10:23   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku Tirkiye bi operasyona li hember Sûriyeyê nikare ji krîza polîtîk, dîplomatîk û aborî derkeve û got: “Hewce nake desthilatdarî bikeve welatên din, hewce bi tehdîd, tezkere û dagirkirinan tune ye. Çareserî li Îmraliyê ye. Dema ku deriyên Îmraliyê bên vekirin wê li Tirkiyeyê zemîna jiyanek azad û demokratîk bê avakirin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salane di bin tecrîdê de tê girtin. Ji bo tecrîd bê rakirin dem bi dem çalakiyên cuda hatin pêkanîn. Herî dawî di 8’ê Mijdara 2018’an de hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê da destpêkirin û piştî wê bi hezaran kes tevlî grevê bûn. Di encama grevê de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û girtiyên din yên li Îmraliyê re pêk hatibû. Greva birçîbûnê 200 rojî berdewam kiribû û di pêvajoya grevê de 30 girtiyî greva xwe veguhertibûn rojiya mirinê û 8 girtiyî jî dawî li jiyana xwe anî bû. Di encama çalakiyan de piştî 8 salan şûnde di 2’ê Gulana 2019’an de hevdîtin pêk hatibû. Lê ji 7’ê Tebaxê heta niha parêzer û ji 12’ê Tebaxa 2019’an de serlêdanê hevdîtinan hatibûn redkirin. Di rojên borî de li Îmraliyê şewat derketibû li ser bertekan malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veyseî Aktaş hevdîtin pêk anîbûn.   ‘Dewletê nîşan da ku nikare çareseriyê pêk bîne’   Feleknasê balkişand ser rol û mîsyona Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyeyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Her kesî dît, di navbera 2012-2015’an de pozê kesî xwîn nebû. Li welat aştî û çareserî serdest bû. Lê piştî 2015’an maseya aştiyê hat qulipandin. Erdogan pêvajoya çareseriyê rakir. Teslimiyeta gelê Kurd ferzkirin. Li Kurdistanê li her derê êrîş hatin kirin.”   ‘Ne tesaduf e’   Feleknasê daxuyakirin ku êrîşên li Îdlîb û şewata li grava Îmraliyê di dîroka pêkhatina kongreya HDP’ê de wek hev bû û ev tişt anî ziman: “Ev ne tesaduf e. Li Tirkiyeyê ji bo rojev bê guhertin, rojevên cuda tên afirandin.Wezareta karê hundir der barê şewatê de daxuyanî neda û vê jî guman zêde kir. Ev tê wateya ku dixwazin gelek tiştî bihev girê bidin. Lê divê wezareta dadê daxuyanî bide. Şewata li Îmraliyê gelê Kurd xist gumanê. Kurdên li Ewropa daketin kolanan. Xwestin agahiyên bigirin. Gelê Kurd xwedî li partiya xwe jî li rêveberiya xwe jî derdikeve. Xeta sor ya gelê kurd tê zanîn. Ev bi serdana malbatê ya yek carê nabe. Divê parêzer jî her tim biçin. Di raporên konseya Ewropa û CTP de jî tê dîtin, mafê girtiyan aşkera ye. Hevdîtina bi malbat û parêzeranre maf e. Divê em li dijî vê bêdeng nemînin.”   ‘Tecrîd konsepta dewletê ye’   Feleknasê destnîşan kir ku êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zext û êrîşên li hember HDP girêdayê tecrîdê ne û wiha got: “Dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ji destê wan bigirin. Di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd û gelan pêk tê. Bi qeyûman û êrîşên derveyê sînor vê pêk bînin. Ji ber tecrîda Îmraliyê konsepta dewletê ye. Gelê li Tirkiyeyê îro di bin tecrîdê de ne.”   ‘Gotinên wî wê dîsa li qadên Newrozê bên bihistin’   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku civaka azad wê bi pêşengiya jinan bê avakirin û wiha got: “Di azadbûna Abdullah Ocalan de jinan rolek mezin girtiye. Abdullah Ocalan dibêje ‘jin azad nebe civak jî azad nabe’. Ev gotinek gelek girînge. Divê jinên Kurd vê ji xwe re esas girin. Bi pêşengiya Leyla Guven grev hatibûn destpêkirin. Bi pêşengiya dayikan têkoşîn hat meşandin. Piranî kesên li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîn jin bûn. Dîsa li qadan yên herî zêde dengê xwe bilind kirin jin bûn. Destpêka biharê di salên 2012-2015’an de ji bo gelan bû hêvî. Ez bawer dikim ku gotinên Abdullah Ocalan wê di vê Newrozê de jî li qadan bê bihistin.”