Serpîl Kemalbay: Jin jiyanek nû dixwazin 2020-03-11 09:13:35   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’î daxwazên wan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de derketine holê nirxand û got: “Berxwedanê mohra xwe li 8’ê darê da. Jin jiyanek nû dixwazin.”   8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê îsal jî bi dirûşme û daxwazên cuda li hemû bajar û welatan pêk hat. Jin bi reng û coşa xwe daketin qadan. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku 8’ê Adarê li Îzmîrê pêşwazî kir, daxwazên di 8’ê Adarê de derketine holê nirxand.   ‘Tirkiye di şer de ye’   Serpîlê diyar kir ku di pêvajoyeke serhildana li dijî faşîzma neolîberal a li cîhanê de, ketine 8’ê Adarê û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê jin bi awayekî xurt li kolanan bûn. Lİ dijî êrîşên li hember mafê jinan dengd bilind bû. Yek ji daxwazên din jî aştî bû. Tirkiye di şerekî ku navê wê nehatiye danîn de ye. AKP-MHP bi hêzên emperyalîst re ket şer. Polîtîka şer tê wateya hatina tabutan, rondikên dayikan. Di 8’ê Adarê de daxwaza aştiyê bilind bû.”   ‘Daxwaza jiyanek nû’   Serpîlê daxuyakirin ku berxwedanê mohra xwe li 8’ê Adarê daye û li Îzmîrê jî jinan di 8’ê Adarê de daxwaza aştiyê, parastina maf û bilindbûna grevên jinan kirin û got: “Me 8’ê bi panela ‘keda jinê û dîtina keda jinê’ ya li avahiya HDP’a Îzmîrê pêşwazî kir. Piştre jin ji avahiyê meşiyan û heta kolana Şehîdên Kibris meşiyan û bi jinan re hatin cem hev. Jinan daxwaza jiyaneke nû bi gelek çalakiyan danî holê.”   ‘Jin tevî biryarên qedexeyê ligel hev bûn’   Serpîlê der barê Meşa Şevê ya Femînîst de jî axivî û got tevî talimata wezareta Karê Hûndir û Biryara walîtiyê jin hatin cem hev. Serpîlê bal kişand ser astengiyên li hember rojnamegerên ku dixwestin Meşa Şevê ya Femînîst bişopînin jî û got tevî hemû tiştî nûçe nayên veşartin û got her jinek bû peywirdara çapemeniyê.”   'Greva jinê ya rojek girîng bû'   Serpîlê behsa dansa Las Tesîs ya li Şîliyê hatibû destpêkirin jî kir û destnîşan kir ku wek gelek welatan li Tirkiyeyê jî protesto pêk hatiye û jinên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê tevlîbûne lêpirsîn li wan hatiye vekirin û der barê greva jinand e jî wiha got: “Greva jinan yek ji rojeva herî girîng bû. Daxwaza greva jinê li cîhanê jî hat rojevê. Berxwedanê mohra xwe li 8’ê Adarê da.”