Saliha Aydenîz: Em ji kevneşopiyeke ku serî natewînin tên 2020-03-11 09:09:31   Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz geşedanên siyasî yên dawî nirxand û got: “Divê demildest qadeke têkoşîna hevpar bê afirandin û divê em ji vê desthilatdariya ku li ser pişta Tirkiyeyê bûye bar, xilas bibin.”   Hevseroka Giştî ya DBP’ê pêvajoya siyasî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrîşên li hember destkeftiyên jinan, xebatên yekitiya neteweyî nirxand.Salîhayê destnîşan kir ku faşîzm ku ji bo li cîhanê bibe serdest xwe dide ferzkirin û got krîz û kaosa li cîhanê tê jiyîn bandoreke cidî li ser Tirkiyeyê jî dike.   ‘Berxwedaneke bi heybet heye’   Salîhayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jî rewşeke ku di zîhniyeta yekparêz de israr tê kirin, hemû hêza xwe bi qesrê girêdaye û dixwaze pergalek dîktatoryal ava bike, tê jiyîn û wiha berdewam kir: “Ev rewş ne rewşeke ku tenê faşîzma AKP-MHP’ê afirandiye. Ji avabûna komara Tirkiyeyê het aniha polîtîka înkar, îmha û tunekirinê li ser kurdan hatiye meşandin.Destura Bingehîn a 1920’an ku gelan dibîne, piştre ji ser Tirkbûnê Destura Bingehîn a 1924’an ava dikin. Ji wê rojê şûnde nenaskirina îradeya gelan, îmhakirin gelan û komkujiya gelan mijara gotinê ye. Ji ber vê jî polîtîka yekparêz û netewperestiyê îro ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê berdewam kirin. Berxwedaneke bi heybet ya Tevgera Azadiya Kurd ya li dijî vê zîhniyeta yekparêz, faşîst û înkarê heye.”   ‘Polîtîka îmha, talan û dagirkirinê didome’   Salîhayê di berdewamiyê de wiha got: “Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha di bin tecrîdê de ye.Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tevî vê pêk tînin. Hêzên berpirs yên wekê CPT û saziyên mafên mirovan li dijî vê helwestekê nîşan nadin. Welatên Ewropayê ku herî zêde li ser mafê mirovan disekinin, li gorî rêgezên xwe tevnagerin û ev jî nîşan dide ku komploya navneteweyî berdewam dike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, sedema krîza aborî, siyasî û civakiye. Sala borî Birêz Leyal Guven bi armanca şikandina tecrîdê grev da destpêkirin û li hemû girtîgeh û her çar alî cîhanê belav bû. Kêm be jî tecrîd hat şikandin. Em bawer dikin ku bi têkoşîna yekbûyî tecrîd bi giştî wê bê şikandin. Tecrîd hîna didome. Destkeftiyên Kurdan li her derê di bin êrîşê de ne. Polîtîka înkar, îmha û talankirinê didome.”   ‘Em ê heta dawî ji bo tifaqê bixebitin’   Salîhayê destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên Kurd, ji bo mayîndekirin û mezinkirina destkeftiyan divê yekitiya neteweyî hebe û got: “DBP’ê di nokteya yekitiya neteweyî de bi 8 partî û pêkhateyan re hat cem hev û xebat meşand. Ji bo li her parçeyî yekitiya neteweyî pêk bê biryar hatin girtin. Di vê nokteyê de di meha çile de komxebatek pêk hat. Xebatên der barê rê û rêbazand e didomin. Em ê di pêvajya pêş de lingê gel, partiya siyasî û civaka sivil ava bikin. Di esasê de gelê me li her çar parçe Yekitiya Neteweyî ava kirine. Gelê Kurd li dijî êrîşên nirxên netewî refleksa hevpar nîşan dide. Ev jî nişaneya tifaqa gel e. Em ê heta dawî ji bo berdewamkirina vê tifaqê bixebitin.”   ‘Jin civakê ava dikin’   Salîhayê destnîşan kir ku rewabûna dsethilatdariyê nemaye û wiha pê de çû: “Desthilatdarî ji bo hebûna xwe şer rewa dibîne. Vê jî ji ser jinan dide meşandin.Li Rojava jin pêşengiya berxwedanê dikin. Li hemû cîhanê mînak tên girtin. Jinên li Rojava li aliyekê têdikoşin û li aliyê din jî civakê ava bikin.”   Salîhayê di dawiyê de ev tişt daxuyand: “Yekane riya ku Tirkiye ji krîza siyasî, aborî û civakî derkeve, demokratîkbûne. Em DBP, ji bo jiyana alternatîf ya ku Tevgera Azadya Kurd afirandiye bê hûnandin wê di xeta polîtîk û îdeolojîk de têbikoşin. Ji bo vê me bernameya xwe ava kir. Em ji tevgereke ku tu car serî natewînin tên. Emê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Tu tiştekî ku desthilatdarî bide vê Tirkiyeyê nemaye. Divê demildest qadên têkoşîna hevpar bên avakirin û ji vê desthilatdariya ku ser pişta Tirkiyeyê bûye bar, xilas bibin.”