Meral Daniş Beştaş: Piyê sêyemîn pirsgirêka kurd e 2020-03-09 10:49:48   SÊRT - Li Rojhilatanavîn bi taybetî jî li Rojava û bajarê Idlîbê şer  her ku diçe giran dibe.  Têkîldarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Idlîbê û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nirxandin kir.   Şerê li Idlibê her ku diçe geş dibe. Artêşa rejîma Sûriyeyê li gel Rûsya û Îranê li dijî hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştgiriya wan dike şerekî dijwar dike. Her roj leşker tên kuştin. Li aliyê din gavên dîplomatîk berdewam dikin. Herî dawî hevdîtina ku bi serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan re hat kirin dê li Moskovê bi serokê dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re pêk hat û peymana agirbestê hate dayîn. Têkîldarî êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Idlîbê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî. Meralê diyar kir ku êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Idlîbê li dijî statûbûna Gelê Kurde û got ku ev şer bi tecrîta Îmraliyê re girêdayî ye.   'Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê dike'   Meralê diyar kir ku şer û tecrîd girêdayî hev e, her ku tecrîd tê girankirin şer û kaos jî zêde dibe. Komên wekî Teher El Şam (HTŞ/EL Nuesra) ku ji aliyê cihanê ve wekî terorîst tên pênasekirin li Idlîbê ne. Turkiye wan koma li dijî rejîmê wekî zext bi kar tîne. Vê helwesta Tirkiyeyê jî her kes dizane. Meral di berdewamiyê de wiha got: "Hemû cîhan vê dizane lê Tirkiye vê bi awayekî din tîne ziman. Derbarê Idlîbê de demeke dirêj e li Astana, Soçî, peymanên ku hatin kirin, kuleyên çavdêriyê ku tirkiyeyê li wê ava kirin jî di rojevê de bûn. Ev kuleyên çavdêriyê hatin avakirin. Lê di encamê de Idlîb jî di nav de tu karê Tiriiyeyê li bakurê Sûriyeyê tune bû. Tirkiye bi xwebicihkriina li nav sînorê welatekî din heqûqa navneteweyî binpê dike û tu karê wê li wê tune ye."    'Tu karê Tirkiyeyê li Idlîbê tune ye'   Meral anî ziman ku heman rewş ji Efrînê jî pêk hat, Efrîn hat dagirkirin û hat talankirin. Meral di berdewamiyê de wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi vê jî nehatin ser û ji aliyê medyaya alîgir ve her roj nûçeyên wekî me ev qas gund bi dest xdistin hatin serwîskirin. Van nûçeyan jî armanca ketina Tirkiyeyê ya Efrînê li ber çavan radixist.  Serok komar Erdogan jî çend derban got,"Em diçin fethê". Lê di encamê de tu karê Tirkiyeyê li Idlîbê tune ye. Mayîna Tirkiyeyê li nav sînorên welatên din Efrîn û bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê de nayê qebûlkirin."   'Ji bo ku kurd nebin xwedî statu Tikriye li wê ye'   Meralê bi domdarî bi lêv kir ku dewleta Tirkiyeyê her tim lawaz nêzî pirsgirîka kurd bûye û got ku AKP û MHP ji bo berdewamkirina îktîdara xwe êrîş li Idlîbê dikin û ev nirxandin kir:" Erdogan du roj berê bi gelemperî ragihand ku ji ber kurdan  li Idlibê ye. Ev êrîş li dijî  hûner, ziman, nasname, çand û hebûna kurdane û di heman demê de jî  i bo ku naxwaze kurd li Rojava bi gelên din re jiyaneke Demokratîk ava bikin êrîş dike.    Ji xeynî vê ravekirinek din nine. Em bi salan e dibêjin, ew di dijberiya domdar de ne. Lê wan du hefteya çûyî de serokwezîr bi xwe bi  dengekî bilind ev tişt gotin. 82 milyon welatiyên Tirkiyeyê hene û ji sedî 60 naxwazin ku Tirkiye li Idlîbê be. Bi temamî AKP-MHP , li wir jî li ser piyan pêşeroja xwe û  ji bo domandina desthilatdariya xwe li wir in.  Niha di cîhanê de herî zêde li ser Tirkiyeyê nîqaş dikin. Beriya her tiştî, helwesta wî ya li hemberî pirsgirêka kurd çiqasî neyînî ye diyar e."   'Tecrît;maqanûniye, bêhiqûqî ye û bi exlaqê polîtîk re têkildar e'   Meralê berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê bi dengek bilinç dibêje ku ew ji bo Ocalan tu hiqûqê pêk naynin:"Birêz Ocalan projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk e penase kirî ye.  Projeyên  ku em jê re dibêjin Konfederasyon heye. Heta em wan di cîhek cuda de bihêlin, pêşnîyarên çareseriya bingehîn her gav ji bo aştiyê li hev sekinîn û ku gel dikare bi hev re di aştiyê de çareseriyek bibîne. Di civîna paşîn de, birêz Ocalan nêrînên xwe der barê tecrîd û çareseriyê de anîn ziman. Hêzên demokrasiyê nirxand ku Gelê Kurd dikare tabloya sêyemîn pêk bîne. Birêz Ocalan aşitîxwaz e. RêberekÎ ku hewl dide ku aştiyê pêk bîne. Her wî pêvajoya aşîtiyê bi biryar û baweriyek mezin di navbera 2013-2015 an de da destpêkirin ku em fam dikin çima di vê wateyê de tecrîd heye. Parastina aştiyê û gavên çareseriyê pêş dikevin."   'Îqtîdar hewl dide bi tecrîdê xwe mayînde bike'   Meralê di dirêjiyê de bal kişand ser helwesta îqtîdarê û ev tişt got: "Niha îqtîdar  hewl dide ku bi şer û tecrîdê xwe mayînde bike. Ev destwerdana li bakurê Sûriyê rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji ber ku di dawiya dawîn de, birêz Ocalan bi bandore. Em bi dengekî bilind dibêjin, ew nikarin tecrîdê bi vî rengî berdewam bikin. Di heman demê de tê zanîn ku her nûçeyek ji Îmraliyê tê dibe sedema reaksiyon, xeyal û hêrsa di nav gel de.  Di vê dimenê de her kes winda ye. Gel winda dibin. Tirkiye jî ji xala qanûnî ya hesin e bi awayekî zelal ji dinyayê re dibêje ku hiqûqa min ji Ocalan re derbasdar nine. Dibêje dema ku ez dixwazim ez ê bidim dema ku min nexwest jî ez ê nedim. keyfî tevdigerin. Ev jî hem  bi maqanûniye, bêhiqûqî ye û bi exlaqê polîtîk re têkildar e. "   'Piyê sêyemîn pirsgirika kurd e'   Meralê herî dawî bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya dawî û wiha bi dawî kir:"Yên ku ji nijadperestî , neteweperestî, tirkparêzî, înkar û asîmîlasyonê xelas dibin dibe ku bibin du stûn. Lê ev maseya xwedî 2 piyan dikare di her kêliyê de bê hilweşandin. Ya ku îro li ldlibê çêbû, civîna Erdogan-Putin e. Vê atmosfera aloz û li Tirkiyeyê, krîza aborî, xizanî, bêkarî û  zextên ji bo dinyayê hemû di rastiyê de ji lingê sêyem ji vê muxalefetê ne. Piyê sêyemîn ew e ku dikare maseyê bisekinîne. Vê yekê ji hevsengî afirand û di tunebûna vê hevsengiyê de, ev mase nekare bi vî rengî dom bike û berdewam bike. Piyê sêyemîn pirsgirêkek kurd e, çareseriyek, aşitîiyane û jiyanek azad û wekhev a gelan bi hev re ye."