Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Dê li her deverê têkoşîna xwe bilind bikin 2020-03-05 16:21:48   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê geşedanên di rojevê de daxuyaniyek da û got: "Hikûmeta AKP’ê li dijî jinan polîtîkayek li pêş dixe û dixwaze polîtîkaya zilam û serweriyê bixe dewrê. Em ê li her deverê têkoşîna xwe bilind bikin. Em hemû jinan di 8’ê Adarê de vedixwînin qadan."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ebrû destnîşan kir ku di civîna partiya wan de li ser mijarên şerê li Sûriyeyê û krîza penaberan nîqaşan kirine.    Ebrû, da zanîn ku polîtîkaya hevsengiya di navbera Rûsya û Amerîka de tê şopandin Tirkiyê ber bi şer ve dibe û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo parastina îktîdara xwe polîtîkaya şer û pevçûnan dişopînin. Helwesta partiya me ya di vê mijarê de wiha ye; ji roja partiya me hatiye damezrandin heta îro li dijî şer e û ji bo aştî û çareseriyê xeta têkoşînê ava kiriye. Me ji hemû tezkeriyên şer ên li Meclîsê re gotiye ‘na.’ Em bi tenê ji şer re dibêjin ‘na.’ Dijbûna xwe ya şer bi dengek bilind tîne ziman. Krîza şer û penaberan jî dide nîşandan ku têkoşîn û daxwaza me çiqas mafdar e. Em ê qet dest ji vê xeta xwe bernedin û tawîz nedin. Çimkî em dizanin şer çi aniye serê vê civakê û gelek tiştan ji wan dide windakirin. Di civîna Desteya Rêveberiya me ya Navendî de xet û peyamek zelal derket pêş. Ew jî ev bû em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîtê azadiyê û li dijî mirinê jiyanê diparêz in.” Ebrû got ew hemû aliyên alîgirê demokrsiyê ne vedixwînin parastina ji bo aştiyê.    'Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê'   Ebrû, bal kişand ser hevdîtina malbatan a li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ku piştî 8 mehan pêk hat û wiha got: “Têkildarî krîzên kûrkirina neçareserkirina pirsgirêka kurd û krîza li Sûriyê yek ji aktorên sereke birêz Abdullah Ocalan e. Wek ku di çapemeniyê de hat belavkirin, birêz Ocalan di hevdîtinê de carek din vîna çareseriyê daniye holê. Lê em wek berê jî em dizanin AKP di her carê de banga ji bo vîna çareseriyê ya birêz Ocalan bêbersiv hiştiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din divê teqez tecrîtkirina girankirî demildest bi dawî bibe. Hevdîtina malbatan girîng e. Lê divê demildest pêşiya hevdîtina parêzeran were vekirin û hevdîtin li ser hev pêk werin. Û ya herî girîng jî ew e ku heyetên serbixwe û bêalî biçin Girava Îmraliyê çavdêriyan bikin. Ev ji bo me gelek girîng e.”    'Penaber wekî amûreke polîtîk bikar tînin'   Ebrû, têkildarî krîza penaberan li ser sînorê Tirkiyê û Yewnanîstanê jî wiha got: “AKP penaberan dixwaze wek amûrek polîtîk bikar bîne. Penaberan kirine mijara bazarê. Kes nikare mafê jiyanê û penabaran bike bazara xwe.”    'Em jinan vedixwînin qadan'   Ebrû, bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî wiha got: “Em bi kelecan û bi dirûşma ‘Di azadiyê bi israr û di têkoşînê de bi biryar in’ pêşwazî dikin. Em li her deverê çalakî û şahiyan li dar dixin û têkoşîna xwe bi hêz dikin. Lê wek ku hûn dizanin hikûmeta AKP’ê li dijî jinan polîtîkayek li pêş dixe û dixwaze polîtîkaya zilam û serweriyê bixe dewrê. Em ê li her deverê têkoşîna xwe bilind bikin. Ez roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Em hemû jinan di 8’ê Adarê de vedixwînin qadan.”