‘Em ê têkoşîna 8’ê Adarê bi xwedîderketina li yekîtiyê xurt bikin’ 2020-03-04 09:04:10   WAN/AMED - Jin, îsal di 8'ê Adarê de li qadan bi zimanê dayikê biqêrin û banga xwedî li derketina xwebatên yekitiya neteweyî bikin. Menîce Gulmez, diyar kir ku ji pergala serdest ya mêr daxwaza azadiyê neyê kirin, divê ji bo bi destxistina azadiyê têbikoşin. Cevahîr Sadak jî da zanîn ku jin ji bo yekitiyê pêşengtiya xwe bidomîne û bi hêzeke xurt tevlî 8'ê Adarê bibe.   Xebat û çalakiyên 8’ê Adarê didomin. Li her tax, gund, bajarok, navçe û bajaran çalakiyên cuda hatin plankirin. Starta çalakiyan jî li Dêrsimê cihê ku Gulistan Doku  windabûyî hat dayîn. Di çalakiyên îsal de gelek mijar derketin pêş. Her wiha di sala 2019'an û îsal mijara ji bo jinan girîn jî hewldana yekitiya neteweyî û parastina ziman û çandê bû. Jin hewl didin ku di 8'ê Adarê de li hemû qadan bi zimanê dayikê bi qêrin û banga xwedî li derketina xebatên yekitiyê bikin. Endama Komîteya rêveberiya Tora Çand û Zimanê Kurdî Cevahîr Sadak û cigira Hevserokatiya Partiya Mirov û Azadiyê ya Wanê, Menîce Gulmez derbarê 8'ê Adarê, yekitiya neteweyî û parastina çand û ziman de ji ajansa me nêrînên xwe nîn ziman.   Cevahîr Sadak, di destpêka axaftina xwe de got ya ku kurdan bike yek ziman û çanda wan e û wiha berdewam kir: “Li hemberî ziman êrîşeke pir mezin tê kirin. Dixwazin ziman ji holê rakin, lê divê em li dijî êrîşan parastina zimanê xwe bikin. Çawa yekitî azadiyê diafirîne, parçebûyîn jî bi xwe re tunekirinê tîne. Minakên wan di dîroka me de gelek in.  Divê em di bin banê parastin û xebatên ziman de yekitiya xwe ava bikin. Ev ji wê bi pêşengiya jinan pêk bê."   ‘Azadiya jinê, azadiya civakê ye’   Cevahîr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldana jinan û wiha got: “Jin di serhildanên kurdan de rolek girîng girtin. Pêşgotina ‘Şêr şêre çi jine, çi ji mêre’ ji serhildana kurdan belavbûye. Jin her tim di ferqa pirsgirêkên kurdan de tevgeriyan e. Dema jin hatine guhdarkirin serkeftinek pêk hatiye. Niha ji xwesteka tifaqa kurdan xwesteka jinê ye jî. Bêyî ku berjewendiyên kesekî were fikirîn, divê berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê bên fikirandin. Genek panel û bernameyên me ji bo yekitiyê pêk hatin. Tevgera Jinên Azad (TJA) demên borî konferansek li dar xist û di konferansê de mijara sereke jî yekitî û êrîşên li hemberî kurdan bû. Her wiha di konferansê de jî li ser yekitiyê rol û misyona jinê jî nîqaşên berfireh hatin kirin."   ‘Jina kurd rûhê têkoşîna 8’ê Adarê hildigir e’   Cevahîr, da zanîn ku jina kurd rûhê têkoşîna 8’ê Adarê di xwezaya xwe de hildigirin, ji ber ku jina kurd jineke berxwedêr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê zanîn ku erdnîgariya Mezopotamyayê bi gelek bişaftin û êrîşên tunekirinê re rûbirû hatiye, mirovên ku li vir dijîn jî ax û xwezaya xwe parastine. Di parastina van nirxan de bê guman rola jinê bê hempa ye. Jin li hemberî êrîşan şer kiriye û li ber xwe daye. Bi vê awayî nasname, çand û zimanê xwe her tim zindî hiştine. Ji ber vê yekê mijara 8’ê Adarê û mijara yekitiya parastina çand û ziman girêdayî hevin. Kesa ku civakê ava dike jin e. Ziman û çand jî sedema yekbûna wê civakê ye. Dema ku tifaq di nava civakê de tûnebe civak nikare bijî. Jin dê di 8'ê Adarê de banga yekitî û berxwedanê bikin. Jin xwedî wê hêzê ne ku di her qadî de bibin pêşengên serhildanê. Em dizanin ku yên ku şekl bide civakê jin e û divê jin ji bo yekitiyê pêşengtiya xwe bidomîne û bi hêzeke xurt tevlî 8'ê Adarê bibe."   'Ji pergala serdest azadî nayê xwestin'    Menîce Gulmez ku di xebatên yekitiya neteweyî de cih digire da zanîn ku têkoşîna jinan û yekitiya neteweyî girêdayê hev in û got di qadên wekî kar, malê, jiyanê, siyaset û xebatên akademîk de pêşiya jinan tê girtin û got: “Jin her tim di plana duyem de ne. Beriya her tiştî divê ev tişt ji holê bê rakirin. Divê ji pergala serdest ya mêr daxwaza azadiyê neyê kirin. Divê ew bixwe azadiya xwe pêk bînin. Divê ji bendewariyê derkevin."   'Em destûr nadin ku keda me bê binpêkirin'   Menîce ku beriya qeyûm bê şaredariya bajarê mezin a Wanê di Komîsyona Wekheviya Jin û Mêr de cih digirt, diyar kir ku li gelek bajaran xebat meşandine. Menîceyê got li bajarekî tekstîlê li gelek fabrîkarayan geriyane û jinên li wir 12,13 saetan dixebitin û di navbera 800 û hezar û 200 û hezar TL. pere digirin. Menîceyê wiha berdewam kir: “Sîgorteya wan tune. Jin wek hêza kar ên erzan tên xebitandin. Divê jin destûr nedin ku keda wan bê binpêkirin."   'Ji bo parastina destkeftiyan yekitî girîng e'   Menîce di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya kurd û wiha dom kir: "Xebata yekitiya kurd girîng e û nasnameya jinê derdixe holê. Ji ber vê divê ewil hişmendiya jinê bê avakirin. Jin, kurd û aliyên bindest ji aliyê dewletan ve hatine parçekirin. Di alî destkeftiya jinan de yekitiya neteweyî ferz e. Divê em di 8’ê Adarê de li qadan bin û ji bo daxwazên xwe dengê xwe bi awayekî xurt bilin bikin."