HDK: Şewata li Îmraliyê ne tesadifî ye 2020-02-29 17:35:17   STENBOL - HDK'ê têkildarî polîtîkayên li Idlibê daxuyaniyek nivîskî weşand û ji hêzên demokrasiyê xwest ku têkoşîna hevpar xurt bikin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),  têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yê Idlibê de daxunaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şewata li girava Îmraliyê ne tesadifî ye û divê li dijî vê yekê hemû hêzên demokratîk bi hev re têkoşînê bidin.     HDK'ê di daxuyaniye de xwest ku ketina şer a Tirrkiyeyê dê bêtir her tiştî kor bike wiha got: "Em bang li NATO û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lez li dijî şer kom bibin. Li Libya şerek heye. Dîsa li Bajarên Efrîn, Cerablus, El Bab, Serekaniye-Tel Abyadê demek dirêj e tevgera dagirkeriyê heye. Li Rojhilatê Derya Spî dem bi dem şerê germ pêş dikeve. Ev rageşiya berî şer e. Di şertên ku AKP-MHP’ê welat xistiye qeyrana aborî de şer kûr dikin. Dagirkeriyê pêş dixin. Ji ber operasyonên perfireh welat xistiye rewşek asê. Li hemberî daxwazên Gelê Kurd ên aştî û azadiyê bi polîtîkayên înkar û imhayê nêzîk dibin. Dîsa tundî û şer tercîh dikin. Tecrîda mutlaq a li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gav bi gav li ser civakê jî belav dikin. Hemû mafên demokratik û azadiyê tune kirin. Hiqûq û edalet xistin bin piyan. Hemû çavkaniyên aborî xelas kirin. Vê qeyranê bi kaos û şer bincil dikin û vedişêrin. Li Idibê bi dehan cenazeyên zarokên malbatên xizan hatin. Şewata li girava Îmraliyê jî ne tesadifî ye. Divê li dijî vê yekê hemû hêzên demokratîk bi hev re têkoşînê bidin."