'AKP penaberan wekî amûreke polîtîk bikar tîne' 2020-02-29 11:23:22   ENQERE - Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê derbarê geşedanên li Idlibê û encamên wê de daxuyaniyek da û got: "Piştî geşedanên Idlibê krîza penaberan derket holê û AKP'ê deriyên xwe yên sînor ji bo penaberan vekir û tehdîta xwe ya li hemberî Ewropayê xist meriyetê. Divê îktîdar li hemberî penaberan berpirsiyariya xwe ya siyasî pêk bîne."   Endama Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu daxuyaniyeke nivîskî derbarê rewşa penaber û koçberan de weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku di 27'ê sibatê de li Idlibê şerek pêk hat û îktîdar piştre penaberan li hemberî Ewropayê wekî şantaj bikar anî.    Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Dema îktîdar dikeve nava zehmetiyan li hemberî Ewropayê bazara penaberan dike û tehdît dike. AKP, diyar dike ku piştî şer nikare penaberan bihewîne deriyê xwe ye sînorên vekir. AKP li ser penaberan polîtîkayek diafirîne û wekî çek li hemberî Ewropayê bikartîne. Niha li gelek herêmên Stenbolê penaber û koçber bi maşîneyan dibin deriyê sînor. Ev tişt jî bi destê bazirganên mirovan tên kirin û bi peretî tê kirin. Penaber, bi rêyên xeter dest bi rêwîtiyê dikin. Niha bi hezaran penaber û koçber berê xwe dan Yewnanîstan û Bulgarîstanê. Her wiha Yewnanîstan û Bulgarîstan jî ewlehiya sînorên xwe zêdetir kirin. Herî zêde penaberên Sûrî û Afgan berê xwe dan sînor."   Di dawiyê de wiha hat gotin: "AKP hersa xwe ya Idlibê ji penaberan derdixe. Ev tişt sûc e. Divê dev jî vê sûcê berde. Divê li dijî mirina penaberan a li Egeyê tedbîr bigire û berpirsiyariya xwe ya siyasî pêk bîne. Şantaja ku li hemberî Yekitiya Ewropayê (YN) pêk tîne divê bi dawî bike. Em bang li îktîdara AKP'ê dikin û dibêjin  berbirsiyatiya xwe ya li hemberî penaberan pêk bîne."