Seval Gulmez:Dora girtina berpirsyariyê ya me ye 2020-02-27 09:22:17   Berîtan Canozer   AMED - Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez got di pêvajoyeke ku di bin zextan de derbas dibin û got di riya aştiya civakî de pêngavên girîng wê bavêjin û wiha got: “Hewcedariya vê erdnîgariyê bi nasnameya azad, çand û ziman heye. Niha dora girtina berpirsyariyê ya me ye.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê 5’emîn Kongreya Awarte di 16’ê Sibatê de pêk anî. Di kongreyê de tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destkeftiyên jinên Kurd û yekitiya neteweyî, tayînkirina qeyûman û operasyonên qirkirina siyasî hatin destgirtin. Her wiha hevserokên nû û rêveberî hat hilbijartin. Hevseroka nû Şeval Gulmez der barê pirsgirêkên herêmî, destkeftiyên jinan, girîngiya yekîtiya neteweyî û polîtîkayên tecrîdê de axivî.   ‘Çi bi keve ser milê me em ê bikin’   Sevalê diyar kir ku di kongreyê de gel der barê partiyê de nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe kirine û daxwaza herî mezin a gel yekîtiya gelê Kurd û mezinkirina têkoşînê ye. Sevalê wiha got: “Gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe li ser axa xwe bijîn. Dixwaze heqîqeta xwe bijî. Em dibin şahidê pirsgirêkên li welatî. Me jî berpirsyariya ku daxwazên gelê xwe bînin cih, girtiye ser xwe. Em pêşengiyê dikin. Heta ku gel me bixwaze em ê li berxwe bidin û li pêş wan bin. Bila gumana gelê me tune be. Ez bi hemû samimiyeta xwe dibêjim.”   ‘Dora me ye’   Sevalê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji kevneşopiya dehan partiyî tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di seranserê dîrokê de me bedel dan. Em wek HDP û DBP hîna jî bi êrîşên li hember îradeya me re rû bi rû ne. Hewcedariya vê erdnîgariyê bi çand, ziman û nasnameya azad heye. Gelê vê herêmê 45 sal e têkoşîna hebûnê dide. Em zarokên vî gelî ne, bi van hestan mezin bûn. Niha berpirsyarî ya me ye, dora me ye.”   ‘Divê em şoreşa zîhniyetê bikin’   Sevalê daxuyakirin ku ew dixwazin li bajar û herêmê bi aliyên cuda re qadek jiyana hevpar ava bikin û got: “Ger em bixwazin ligel hev bijîn divê em şoreşa zîhnî bikin. Ev jî bi perwerdehiyê pêkan e. Divê em her roj xwe nû bikin û bibin xwedî hişmendî. Em ê di qada jinê de jî giraniyê bidin xebatên xwe. Di her xebatên me de jin wê esas be. Ji bo têkoşîna jinê ya rêxistinkirî em ê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em jin wê ji civakê re pêşengiyê bikin. Em ê ji bo aştiya civakî pêngavên girîng bavêjin.”   Sevalê bal kişand ser dema pêş û wiha got: “Li pêş me dîrokên girîng hene. 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 4’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê. Ev gelek girîng e. Em wek DBP’ê wê bi awayekî xurt van rojan pêşwazî bikin.”   Sevalê her wiha rojevên wek tecrîd û yekitiya neteweyî jî nirxand û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelê Kurd e. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe çi ji destê me bê em ê bikin. Tu hêz nikare Rêberê gelekî ji gelê wî bike. Em vê 21 sale jî baş dibînin. Tevî hemû astengiyan gel hîna jî îdeolojiya Birêz Ocalan dide jiyîn û ji bo azadiya xwe têdikoşe.”