Leyla Xalid: Li Rojhilata Navîn têkoşîna jinê mezin dibe 2020-02-25 11:39:18   Dilan Babat - Habibe Eren   ANKARA - Endama FHKC'ê Leyla Xalit diyar kir ku hemû hêzên li herêmê dema bibin yek û li dijî, nijadperestî, siyonîzm û kapîtalîzmê serî rakin wê bi ser kevin. Leyla bal kişand ser têkoşîna jinê ya li Rojhilata Navîn jî û wiha got: "Em dibînin ku li Rojhilata navîn têkoşîna jinê pêş dikeve."    Leyla Xalid ku wekî sebola têkoşîna azadiya Filstînê tê naskirin, ji bo tevli 4'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe di rojên borî de hat Enqereyê. Leyla ya ku di 3'emîn Kongreya HDP'ê ya sala 2018'an de jî hat Enqereyê  û tevli kongereyê bû, Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) ye û çûna wê ya Filistînê qedexe ye.  Leyla berî tevli kongeryê bibe ji ajansa me re derbarê geşedanên siyasî de nirxandin kir.    '72 sal in em di bin dagirkeriyê de ne'   Leya li ser pilanê DYA yê "Peymana Sedsalê" û pirsgirêka Filistînê  nirxandin kir û got ku ew niha rewşke di dîrokê de qet nehatiye jiyîn dijîn.  Leya di berdewamiyê de wiha got: "Ez li ser navê filstîniyan dibêjim. Rewşeke me ya wiha heye: 72 sal e em di bin dagirkeriyê de ne û ev dagirkeriya herî demdirêj ya di dîrokê de ye."    'Dixwazin gelê Filstînê têk bibin'   Leyla anî ziman ku têkoşîna çekdarî jî di nav de wan serî li hemû rêbazên têkoşînê daye û ev tişt got: "Carek du car me îtîfada kir. Lê disa me dest avêt çekê. Hun jî dibînin li kolanan kes tên kuştin û malên wan tên hilweşandin. Daran ji kokê de radikin. Jiyanê li kesan teng dikin." Leya bi berdewamî got ku ew wekî filistîniyan jî di nav xwe de bûne du perçe û di serî de Filistîn derbarê armanca hêzên emperyal ên li herêmê de wiha got: "Em li filstînê di navbera oldaran û rastgirên lîberal de mane. Kapîtalîst, rastgir û welatên rojavayî ji bo ku Israîlê biparêzin her tiştî dikin. Bi sorkirina kesên meheparêz şerên nû derdixin. Tevgerên paşverû yên ereb jî piştgiriya wan dikin. Ji bo ku serî li gelê filistînê bitewînin wiha dikin."   'Em li dijî parçebûnê yekitiyê dixwazin'   Leya bal kişand ser şerê li Rojhilata navîn tê meşandin jî û wiha dirêjî da axafitna xwe: " Li sûriyeyê 9 sal e şer heye û niha tevlihevî zêdetir bûye. Tirkiye bi bahaneya ku sînorê xwe diparêze bi artêşa xwe ket Sûriyeyê û dagir kir. Herwiha li Lîbyayê ji 2011'an ve şer berdewam dike. NATO mudaxele dike û welatên paşverû yên ereban jî wan fînanse dikin. Amerîka DAÎŞ'ê derxist holê. El Kaîde û El Nusra jî bi heman rengî derketin. Li misrê jî hûn dizanin ku tegerkek hilweşînê çêbû. Dema em li Lubnanê dinêrin nêzî Filstînê ye. Di demên dawîn de li wê jî çalakî tên kirin. Kesan got 'em birçî ne' û derketin kolanê. Lê li Misrê jî û li Lubnanê jî ji ber ku pêşeng tune ne ev hewldan bi têkçûnê bi encam dibin.  Partî tevgerên bi vî rengî rêve nabin.  Ji ber wê jî tevlihevî çêdibe û ev jî bi kêrî Israîlê tê.  Ji xwe naxwazin ku li Filistînê kes xwe tevbide. Ji ber vê jî em dixwazin ku dawî li parçebûnê bînin. Em yekitiya neteweyî dixwazin. Em vê yekitiyê li dijî emperyalîstan, siyonîstan, pşverûyên ereb û li dijî Israîlê dixwazin."    'Kapîtalîzma Trump û lîberalîzm nûnertiya terora dewleta Netenyahu dikin'   Leyla derbarê şerê li herêmê tê kirin de got got ku alav cuda ne lê armanc heman e û wiha lê zêde kir: "Ev şer ji derve de tê fînansekirin. Em bahsa şerekî hovane dikin. Ala ol hildin û dibêjin 'La îlahe îllallah'.  Li ser navê xweda mirovan serjê dikin. Ji ber wê Amarîka û Israîl qet xwe nawestînin. Dixwazin gel bên qirkirin. Trap jixwe nûnertiya kapîtalîzm û lîberalîzmê dike. Netenyahu jî li dijî gelê Filstînê nûnertiya terora dewletê dike."   'Siyonîzm wê bi yekitiya gerdûnê têk biçe'   Leyla Xalid bal kişnad ser hêzên navneteweyî ku dixwazin berxwedêran tasfiye bikin û ev wiha berdewam kir: "Em vê têkoşînê bi tena serê xwe nadin. Em nûnertiya hemû welatên ereban û ya gelên vê unetê dikin. Paşarojeke me ya zexm heye. Em xwe dispêrin yekitiya navneteweyî ya herêmê. Çawa ku Nazîzm bi yekitya naventerweyî têk çû, Siyonîzm jî bi yekitiya navneteweyî ya gerdûnî têk biçe.  Bi vê ve girêdayî ji ber ku em heman pirsgirêkan dijîn ji bo ku em yekitiya xwe xurt bikin em li vir in. Her kes li enciya xwe li cihê xwe ye.  Em ji bo ku bi Israîlê re têkiliyên xwe normal neke bang li Tirkiyeyê dikin. Cihanê demeke dirêj li dijî nijadperestiyê têkoşîn da û ev jî nijadperestî ye. Divê hêzên herêmê hemû bên gel hev û l idijî nijadperestî, siyonîzm û kapîtalîzmê serî rakiin. Em tenê dikarin bi vî awayî bi ser keivin."   'Li gelek deveran jin li herî pêş di berxwedanê de ne'   Leyla derbarê têkoşîna jinê ya li Rojhilatan Navîn jî wiha got: "Em dibînin ku li dijî neheqiyan di warê têkoşîna civakî de tevgera jinê pêş dikev."   Leyla diyar kir ku di nava têkoşîneke demokratîk a civakî de divê têkoşîna jinê bêhtir bi hêz be û ev tişt got: "Bi qanûnan divê wekheviya di nav civakê de bê misogerkirin.  Em dibînin ku rêxistinên çepgir û partî jî piştgiriyê didin me. Ji bo ku xîtabî demê bê kirin gelek guhertin tên kirin. Ev guhertin hem li herêma me hem jî li cîhanê tên kirin. Em jî hewl didin li gorî vê tevbigerin.  Li gelek eniyan wekî jin em li eniya herî pêş li ber xwe didin. Daxwaza me ew e ku em armanca civak û gelê xwe pêk bînin. Jin hem nîvê civakê û hem jî nîvê gel e .Dema ku li ber xwe da û bi ser ket wê ev bandorê li gel û civakê tevde bike."    'Li tirkiyeyê despotîzm û zordestî heye'   Leyla astmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê jî nirxand û got dema mirov ji demokrasiyê dûr biçe zilm û neheqî asayî dibe. Ev jî bandora xwe ya neyînî li ser tevahiya civakê dike. Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em li Tirkiyeyê dinêrin, zoardestî û despotîzm heye û ev jî bandora xwe li ser tevahiya civakê dike. Dema em di nava civakê de li cihê jinê dinêrin li gorî zayendên din hestiyartir tevdigere.  Nifşên nû digihîne û jiyanê dide. Ji ber wê dema ku em bahsa dîktatorî, rêveberiya dewletê ya li ser bingehê ol hatiye avakirin û rêveberiyên rastgir bikin ji xwe li wê civak pêşve naçe.  Dema ku em bahsa biteşekirina civakê dikin divê em tevahiya civakê bi teşe bikin."