Mîthat Sancar û Pervîn Buldan bûn hevserokên DHP'ê 2020-02-23 17:43:03   ANKARA - Kongera 4'emîn a Asayî ya HDP'ê bi dawî bû. Ji bo hevserokatiya Giştî ya nû Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hatin bijartin.   Kongerya Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan, bi dengdayîna delegeyan bi dawî bû. Di 10 sendoqên hatin danîn de ji  1018 delegeyan 838 delegeyan dengê xwe bi kar anî. Di dengdayîna hat kirin de du kesî dengê ne derbasdar da û bi 836 dengan ji bo hevserokatiya giştî ya DHP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hatin bijartin.     Di dengdayîna blok ku hat kriin de, endamên Meclisa Partiyê, Lijneya Navendî ya Dîsîplînê, endamên Lijneya lihevanê û endamên yedek hatin hilbijartin.