Leyla Xalit: Bijî Filistîn, bijî Kurdistan 2020-02-23 15:55:21   ENQERE - Endama FHKC'ê Leyla Xalit di Kongerya Asayî ya 4'emîn a HDP'ê de axivî û got: "Em hemû bi hev re bi terorîzma dewletên navneteweyî re rûbirû ne. Çi karê Artêşa Tirk li Sûriyeyê heye. Zarokên me dimirin. Wê gelên Sûriyeyê li dijî Erdogan bi ser kevin. Bijî Filistîn, Bijî Kurdistan."   Kongreya Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Enqeryê bi axaftina kesên tevlli bûn berdewam dike. Destpêkê li ser navê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya Sosyalîst a Ewropayê Kadîr Kasirga axivî û got, "Li vê erdnîgariyê gelekî xwîn rijiya, komkujî bûn. Em ji vê derê bang li yên li qesrê dikin, bang li yên li Enqereyê dikin; deriyê Îmraliyê vekin û dest bi danûstandinên aştiyê bikin."   'Em sûcdê ji we digirin'   Serokê Koma Çep a Ewropaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tîny Kox got, "Di vê civînê de weke ku li mala xwe bim. Ji bo min, ji bo hevalên min ên li nava çep a Ewropayê têdikoşin hûn çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ne. Têkoşîna we û her gava ku hûn diavêjin ji aliyê aliyê me ve gelekî baş tê zanîn û hêja tê dîtin. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Em bi qîmetê piştevaniya navneteweyî zanin. Zext û zordarî çiqasî giran jî be em zanin ku hûn ê paşve gav neavêjin û ez ê vê peyama we ji hevrêyên xwe re ragihînim. Li ser navê Çepa Ewropayê bang li Erdogan û rayedarên Tirk dikim; eger hûn dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê berdêleke vê heye. Eger hûn dixwazin bibin endam hingî berpirsyariyên xwe pêk bînin."   'Li ser 19 welatan li vir im'   Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle jî got, "Li ser navê 46 partiyên 19 welatên Ewropayê ez li vir im. Em partiyeke ku ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya mirovan têdikoşin. Min ji we re ji Galîçyayê, ji Korsîkayê silav anî. Ji Baskê silav anî. Gotina min a destpêkê wê ji bo jinên vê partiyê be. Wêrekiya we ya demên zehmet, bi taybetî jinên li zindanan silav dikim. Hem ji ber ku aktîvîstên siyasî ne hem jî jin in. Di şexsê hevala me Leyla Guven de biryardarî û berxwedana we silav dikim."   Berpirsyarê Têkiliyên Derver ya Partiya Tifaqa Gel a Sosyalîst a Misrê Mamdoûh Habeshî jî got, "Bi dîtina vê tevgera gel gelekî kêfxweş im."   'Wê gel bi ser bikevin'   Endama Polîtburo ya FHKC'ê Leyla Xalid jî li ber çepikan dest bi axaftina xwe kir û got, "Min ji hevrêyên li zindanên Filistînê girtîne silav ji hevrêyên li girtîgehan li ber xwe didin anî. Min ji Ahmet Saadet ji bo Demîrtaş û Kişanak silav anî. Ji parlamenterê endamê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Xalîde Cerrar ku li zindanên Îsraîlê ye silav ji Ocalan ê li Îmraliyê re anî. (...) Çi karê artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Zarokên me dikuje. Gelên Sûriyeyê wê li dijî Erdogan bi ser bikevin. Bijî Filistîn, bijî Kurdistan."