Ji Tulay Hatîmogullari ji bo gelan bang: Em siyaseta tecrîdê ji holê rakin 2020-02-21 09:20:30   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bangên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên ji bo aştiyê ji aliyê deshtilatdariyê ve nayên nirxandin û ev bang li gelan kir: “Siyaseta tecrîdê ya ku AKP li her qadê pêk tîne, globalbûnê zêdetir kûr dike. Divê em piştevaniya rêxistinbûyinê zêdetir bikin û ji bo siyaseta tecrîdê ji holê rabe divê em bi hev re gavê bavêjin.”   Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hat kirin 21 sal derbas bû û 21 sale li ser Îmraliyê tecrîd didome. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari bertek nîşanê berdewamkirina tecrîdê da û bandora tecrîda li Îmraliyê pêk tê ya li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand.   ‘Wateyeke siyasî ya tecrîdê heye’   Tulayê daxuyakirin ku tecrîda Îmraliyê 21 sale didome û wiha got: “Îmralî girtîgeheke ‘elwehiya wê bilind e’. Di nav tecrîdekê de tecrîdek tê jiyîn. Bi hinceta cezayên dîsîplîn û hincetên din hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin. Birêz Leyla Guven bi armanca van qedexeyên bi salane didomin, ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Hem li girtîgehan hem jî li derve ji bo grevê piştgirî hat dayîn. Hevalên me yên li girtîgehan di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan hebûn. Tevî evqas bedelên giran, pêkhatina vê tecrîdê bêguman ku wateyek wê ya siyasî ya cidî heye.”   ‘Desthilatdariyeke ku ji hêzên navneteweyî piştgiriyê digire heye’   Tulayê bi lêv kir ku piştî Mutabakata Dolmabahçeyê şûnde bi têkbirina maseya muzakareyê re li ser gelê Kurd plana ‘têkbirinê’ ketiye dewreyê û got: “Gelek kesî di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest da. Ev zextên giran ên li ser gelê Kurd, li Kurdistana Tirkiye ya Sûriyeyê niha tê berdewamkirin. Bi taybet jî ji bo têkoşîna rêxistikirî ya gelê Kurd bişkînin, ji bo serkeftiya li Rojava têk bibin, desthilatdarî piştgiriyek mezin ji hêzên navneteweyî, emperyalîst digire.”   ‘Polîtîkayên zextê encama dixwazin nade wan’   Tulayê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê piştgiriya hêzên emperyalîst daye pişt xwe û ji ber vê jî her cureyê plana dagirkirinê pêk tîne û ev tişt daxuyand: “ Desthilatdar li Rojava ket hewldana dagirkirinê, lê gelo ev berxwedana Kurdan dişkîne? Na. Encamên ku dixwazin bidest naxin. Gelê Kurd li her çar alî Kurdistanê têkoşîna rêxistinkirî didomîne.”   ‘Divê banga Birêz Ocalan bê nirxandin’   Tulayê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Abdullah Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê şûnde, her tim Birêz Ocalan li ser aştiyê sekinî. Lê desthilatdariyê yek bangek jî nenirxand. Desthilatdarî ji bo dîktatoriya faşist mayînde bike, kûrtir bike serî li tecrîdê dide. Ji ber ew zêdetir zext, pevçûn û şîdetê dixwazin. Gelên Tiriyeyê teslîmê polîtîkayên ku AKP dimeşîne nabe. Divê em piştevaniya xwe ya rêxistinkirî zêdetir bikin. Ji bo ku em vê siyaseta tecrîdê ya li civakê tê ferzkirin, ji holê rabikin, divê em bi hev re tev bigerin, bi hev re gava xwe bavêjn.”