‘Ne erdhêj, pergala AKP'ê û nelêrêtî dikuje’ 2020-02-10 09:06:30   ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, diyar kir ku AKP’ê di desthilatdariya 18 salî de 2 trîlyon û 150 mîlyon bac kom kiriye û piraniya vê çûye ji alîgirên wê re û got: “Bac, baş bihatana bikaranîn wê bedela erdhêjê wisa giran nebûna. Ne erdhêj, pergala AKP’ê û nelêrêtî dikuje.   Seroka Gitşî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, der barê baca erdhêjê û ragihandina pereyê Başkentgazê ji Kizilay re ragihandiye axivî.   ‘Ji alîgirên xwe re pêşkêş kir’   Elîfê da zanîn ku di erdhêja Xûxê ya Xarpêtê de 41 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê li Japonya, Kubayê di erdhêjên bi şîdet de windahiya can çênabe û got: “AKP û MHP’ê li şûna ji alîgirên xwe daxwza avahiyên bi ewle bike, alîkariyên tên kirin jî bo talankirinê radizînin.”   ‘Ne karesat, cînayet e’   Elîfê got ji bo tedbîr nayên girtin mirin pêk tên û got: “Ji ber nelêrêtiyên tên kirin canê xizanan diçe mixabin. Îxaleyên tên kirin, tên parvekirin û rant ava dibin. Bi salane bi bacên tên girtin, herêmên erdhêjê nayên başkirin, tedbîr nayên girtin. Erdhêj li qesrên wan naxin. Erdhêj li gelê xizan dike. Naxwazin diyaloga HDP’ê bi gel re çêbibe. Ji ber ku dixwazin ranta xwe bidomînin.”   ‘Kizilay bû saziyeke ku alîkariyê dide alîgirên xwe’   Elîfê destnîşan kir ku Kizilayan dahatuya xwe, ji tarîkat û alîgirên xwe re dike par û bûye saziyeke ku alîkariyê dide alîgirên xwe. Elîfê bi lêv kir ku 8 mîlyon dolar pereyê ji Weqfa Ensar re hatiye ragihandin jî ne pereyê Başkentgazê ye, pereyên bacên ji gel hatine girtinê ye.   Elîfê wiha got: “Ji Erdhêja Golçukê heta niha ji bo erdhêjê 66 mîlyar lîra bac hatiye komkirin û ev bac piranî ji welatiyan hatiye birîng û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de 2 trîlyon û 150 mîlyon bac hatiye komkirin. Lê ev bac ne ji bo erdhêjê ji bo cihên din hat xerckirin.”