Hikûmeta Trablus têk biçe wê çi bi Tirkiyeyê bê? 2020-01-05 09:06:45   Dîlan Babat-Habîbe Eren   ENQERE - Parlmaentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku AKP ji Sûriyeyê heta Fasê ji bo her xeta Îhvayî piştgiriyê didê û got li Lîbyayê tabloyek reş li benda Tirkiyeyê ye û got: “Her wiha Rûsyayê Vanger (Şîrketên şer yên taybet) şandine Lîbyayê. Tirkiyeyê jî SADAT û hêzên paramîlîter şandine û dixwaze sektorek wisa li welat pêş bixîne û îxracê welatên din bike.”   Tezkereya şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê di rojên borî de li Lijneya Giştî ya Meclîsê bi dengê AKP-MHP’ê hat qebûlkirin. Tezkere bi 325 dengê ‘erê’ û bi 184 dengên ‘na’ hat qebûlkirin. Piştî tezkere hat qebûlkirin şûnde Yekitiya Ereban, Misir û gelek welatên din biryar bi daxuyaniyan şermezar kirin.   Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku wan wek HDP’ê ji tezkerê re gotine ‘na’ û der barê ku li Lîbyayê çi li benda Tirkiyeyê ye nirxandin kir.   ‘Me dizanibû ku wê wisa be’   Tulayê got AKP û MHP demek bû bi rojeva Lîbyayê radibûn rudiniştin û got: “Çend hefte berê bi Lîbyayê re du peyman hatin îmzekirin û tezkere derket. Peymana yekemîn ji bo sînorkirina qadên rayaye Akdenîzê bû. Wê demê jî HDP’ê got na. Lê me dizanibû ku wê ev ewr baranê bixwe re bîne.”   ‘Fatura siyaseta derve li gel birîn’   Tulayê daxuyakirin ku ev helwesta desthilatdariyê ya li hember Lîbyayê wê dîsa zirarê bide gelan û wih pê de çû: “Fatura siyaseta şaş ya li derve a bi salan dîsa li gelan tê birîn. Ji ber vê jî em li dijî tezkereya şer in. Neteweyên Yekbûyî li Fasê civînek pêk anîn. Peymanek îmze dikin. Di vê peymanê de wiha tê gotin;Ji bo mutabakata neteweyî pêk bê, di heman demê de, hewcedarî bi erêkirina meclîsa nûnerên xurt yên hêzên Hafter jî heye. Yanî hîna ev erêkirin negirtiye. Wê konferans pêk bihatana û pevçûn bidawî bûna. Lê ev yek jî pêk nehatin. Ji ber vê jî li gorî me ev hêz ne hêzeke rewa ye. Serrac mudavîmê xeta Îhvayî ye. AKP jî ji Sûriyeyê heta Fasê, piştgiriyê dide her cureyê xeta Îhvayî.”   ‘Avakirina bazara çekan’   Tulayê destnîşan kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Lîbyayê tenê bi vê sînor nîne û di heman demê de Tirkiye giraniyê dide sanayiya çekan û wiha pê de çû: “Serkêşiya vê jî Bayrakdar yê nêzî serokomar e dike. Yek ji sedema pêngava AKP-MHP’ê ya ji bo Lîbyayê eve ku bazareke ku çekan bifroşe Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bê afirandin.”   ‘Tirkiye SADAT û hêzên paramîlîter dişîne’   Tulayê bi lêv kir ku Rûsyayê hêzên Vagner (şîrketên şer yên taybet) şandiye Lîbyayê û Tirkiyeyê jî SADAT û hêzên paramîlîter şandiye û dixwaze vê sektorê li wir pêş bixînin û ji bo welatên din jî îxracatê pêk bîne. Tulayê da zanîn ku ew siyaseta şer rexne dikin û ji ber vê jî bi partiyên muxalefetê re ji tezkereyê re gotine ‘na’.   Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên paramîlîter yên wek SADAT’ê wek esasa tehîdê tê bikaranîn û ji ber vê jî mirov nikarin behsa welatekî hiqûqî û demokratîk bikin. Li vî welatî jî kesên ji bo aştî û wekheviyê têdikoşin jî wê li dijî vê siyasetê helwesta xwe nîşan bide. Îdiayên ku ji Îdlîbê ji ser Tirkiyeyê cîhadî şandine Tirkiyeyê hene. Lê rastiya van îdiayan gelek bilinde.”   Tulayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku helwesta HDP’ê ya di vê miajrê de ji serî de diyar bûye û got aliyekî ku muxalefete û demekê dildarê AKP’ê bûne jî vê sefera şer şaş dibîne û got ew dizanin ku AKP vê ji bo ku siyaseta hundir sererast bikin, dike.