'Sala 2020'î bi pêşengiya jinan dê bibe sala serkeftinê' 2020-01-03 15:20:46   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr, bal kişand ser sala borî û got: "Li dijî tecrîdê xelekeke bi agir dest pê kir. Jina kurd jî xwe ji vê erkê dûr nexistin û pêşengiya sedsalê kirin. Bi berxwedanê tecrîd hat şikandin û hevdîtin pêk hat. Jin di vê pêvajoyê de bûn pêşengên herî serek e.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, têkoşîn û berxwedana HDP’ê û geşedanên salekê nirxand û got: "Sala 2019’an salek zor, zehmet û bi berxwedanê derbas bû. Gelek mijrên girîng derketin pêş."   Nuran, destnîşan kir ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabû destpêkirin û piştre bi hezaran girtî ketin greve û wiha qala pêvajoyê kir: "Cara yekem bû ku ev çalakî sînorên ku heyî bêwate kir. Ji ber ku bi hezaran kes li girtîgehan, bi sedan kes li derveyî welat tevlî çalakiyan bûn. Li dijî tecrîdê xelekeke bi agir dest pê kir. Jina kurd jî xwe ji vê erkê dûr nexistin û pêşengiya sedsalî kirin. Bi berxwedanê tecrîd hat şikandin û hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtinê çalakî hatin bidawîkirin.  Jin di vê pêvajoyê de bûn pêşeng.”   ‘Êrîşê pergala hevserokatiyê kirin'    Nuran, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman şaredariyên ku di destê HDP'ê de heyî hatin xespkirin û wiha axivî: "Li Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Em ê qeyûman rê bikin, ev bajar bajarê me ye’ dest bi xebatên hilbijartinê hatin kirin. Elbet stratejiya gelê kurd û HDP’ê bi ser ket û rêvebiriya desthilatdar di hilbijartinê de têk çû. Lê rejîmê pergala qeyûmê ji xwe re kiriye pergaleke nû û li hemberî me bikar tîne. Herî zêde jî êrîşê pergala hevserokatiyê kirin. Gelek hevşaredarên ku vîna gel temsîl dikirin hatin binçavkirin û hatin girtin. Lê jina kurd xeta berxwedanê esas girt û serî netewand.”   ‘Li dijî komkujiyan bêdeng nemînin'    Nuran, diyar kir ku li Tirkiyeyê di nav salekî de 450 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Komkujiya jinê polîtîk e. Jinê ku îtiat neke encama wê dibe mirin. Ev feraseta siyaseta AKP’ê ye. Kuştin û şîdeta li hemberî jinê êdî ji rêze tê dîtin. Her roj jinek li kolan û kuçeyan tên qetilkirin. Bi rêya hiqûqê jî kujer û sûcdar bêceza dimînin û an jî cezayeke kêm digirin. Ev tişt jî pêşiya komkujî, tacîz û tecawiza li hemberî jinê vedike. Her wiha îro jina ku azadiyê daxwaz dikin jî dibin hedef. Qirkirina jinê rewa tê dîtin. Îktîdar mecbûre ku ewlehiya jinê bigire, lê belê karê xwe bi cih nayne. Em li vir bang li jinan dikin ku li dijî şîdet û komkujiyê bêdeng nemînin."    ‘Sedema krîza aboriyê şer e’   Nuran, qala krîza aborî kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîn jî krîza aboriyê. Nuran wiha dom kir: "Li Tirkiyeyê krîza aborî heye. Sedema krîze jî ji ber şer pêk tê. Hemû dahatên xwe ji bo şer xerç dike. Bi trîlyonan perê didin gûle û amûrên şer û ev tişt jî li hemberî xwezaya Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê bikaranîn. Bi hezaran kes ji kar hatin dûrxistin û gelek saziyên serbixwe hatin desteserkirin. Her wiha tayînkirina qeyûman jî bi tena serê xwe krîzeke mezin derxist holê. Ji ber krîza aborî gelek welatî dawî li jiyana xwe anîn."   ‘Rojava bû şoreşa jina kurd’   Nuran, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û wiha got: “Rojava li hember DAÎŞ’ê, rûmeta mirovahiyê parast. Rojava bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn. Rojava bû şoreşa jina kurd. Rojava bi berxwedanê xetek nû ava kir. Li Rojava li dijî netew dewletbûyînê pergaleke nû hat avakirin. Ev jî ji bo rêvebiriya desthilatdar jî weke tehdît hat dîtin. Dagirkeriya li ser Rojava em nikarin tu carî ji rêzê bibînin." Nuran, di dawiya axaftina xwe de peyama xwe ya 2020’an wiha anî ziman: “Ya ku me bikişîne serkeftinê berxwedana me ye. Banga min ji hemû jinên kurd û Tirkiyeyê dev ji têkoşînê bernedin. Em hevî dikin ku sala 2020'an bibe sala azadiyê. Em ê bi hev re xewn û xeyalên xwe bi hev re rêxistin bikin. Heta ku jin bi ser nekevin dê tu kes bi ser nekeve."