'Pêkanîna projeya netewa demokratîk dê dawî li aloziyê bîne' 2020-01-02 09:03:10   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Demek direj e li ser yekitiya kurd nirxandin tê kirin, Rêvebera Desteya Jin ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd jî bal kişand ser pêwistiya li darxistina kongreya neteweyî û got: "Ji bo ku em bikarin cihê xwe di vê sedsalê de bigirin pêwiste em yekitiya xwe ava bikin."   Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) di 24'ê gulana sala 1999'an de li bajarê Amisterdam ya Holandayê hat avakirin. Li hember êrîş û binpêkirina mafê mirovan yekitiya netewî ji bo çareseriya aloziyan hat avakirin. Tekîldarê mijarê Rêveberiya Desteya Jin ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd di derbarê girîngiya yekbûna gelan nêrîna xwe parvekir.    'Pêwiste gelê kurd yekitiya xwe ava bike'   Zeloxê di despêka axaftina xwe de girîngiya yekitiya gelê kurd nirxand û wiha got: "Di despêkê sala 2020'an dê kongreyek nîştîmanî ya netewî li ser asta Kurdistanê bi pêşengiya Kongeya Netewî ya Kurdistanî were li dar xistin. Ji bo yekbûna Gelê Kurd, bi gelek partiyan re hevdîtin hatiye çêkirin û encam jî başe. Em ê destê xwe bikin yek û yekitiyek xurt avabikin, ji ber ku ev sedsala ji bo tevahî cîhanê û bi taybet ji bo gelê kurd girîng e. Ji bo ku em bikaribin cihê xwe divê sedsalê de bigirin pêwiste em yekitiya xwe ava bikin."   'Xwedî derketina têkoşeran, misogerkirina yekitiya netewî ye'   Zeloxê destnîşan kir ku divê ew xwediyê li têkoşerên azadiyê derkevin, ji ber ew têkoşer canê xwe ji bo yekitiya axa Kurdistanê feda kirin e û wiha domand: "Ji despêkê dîroka gelê kurd heya roja îro, bê hêjmar can, ji bo axa Kurdistanê û gelê kurd hate dayîn, ji bo vê yekê divê em xwediyê li têkoşerên xwe derkevin ên ku canê xwe ji bo yekitiya axa Kurdistanê feda kirin e. Xwedî derketina têkoşeran, misogerkirina yekitiya netewî ye."   'Pêkanîna projeya netewa demokratîk, dawî li aloziya ku tê jiyîn bîne'   Zelox behsa çareserkirina aloziya Sûriyeyê kir û wiha pêde çû: "Aloziya ku di Sûriyeyê diqewime divê bi rêya yekbûna netewî ya kurdî bê çareserkirin. Bi avakirina şandeyek ji hemû partiyên siyasî ku karibin mafê gelan biparêzin, bi tevlîbûna wan ji civînên ku li ser asta cîhanî tên li dar xistin, bi pêkanîna projeya netewa demokratîk wê dawî li alozê ku tê jiyîn bînin. Jina kurd roleke sereke di Şoreşa Rojava de lîst, ji ber girîngiya hebûna jin di Şoreşa Rojava de divê cihê xwe di nav yekitiya netewî de bigire û li ser esasê vê fikirê kar û xebatê xwe bide meşandin."   'Sala nû wê bibe, sala yekitî û serkeftinê'   Zelox herî dawî hêviyên xwe wiha parvekir: "Em hêvîdarin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanî were li dar xistin û bi encamên serkeftî derkeve. Sala nû wê bibe sala yekitî û serkeftinê. Xewn û xeyalên me yê kurdan wê bi rêya kogreya netewî pêk were."