Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Heta ku jin hebin wê faşîzm mahkûmê têçûnê be 2019-12-26 15:54:47       AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku di sala 2019'an de tundiya li ser jinê zêde bûye û ev tişt got: "Heta ku jin azad bibin û jiyaneke nû ava bikin wê têkoşîna me bidome. Heta ku HDP'ê û jin hebin wê faşîzm mahkûmê têkçûnê be.    Berdevka Meclîsa Jinan a HPD’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî mijarên di rojevê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dîlan bi bîr xist ku ji bîranîna Roboskê re du roj maye û got: “Li şûna kujerên Roboskê derxin holê, radibin Komeleya Roboskê digirin û qeyûm Peykerê Roboskê hildweşîne. Dixwazin bi van zextan komkujiyê bidin jibîrkirkirin. Siyaseta qetil bike û piştre înkar bike 100 sal in didiome. Komkujiyên wek vê gelek bi ser kurdan de hatin. Wek 33 Gule, Dersim, Mereş û gelekê din. Dewlet dixwaze ser şerma xwe bigire. Em ê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    'Polîtîkaya girtinê didome'   Dîlan anî ziman ku polîtîkay girtina li dijî kurdan didome û got: “Yek ji van girtinan jî Elîf Kisa ye û ew 70 salî ye û dayika du zarokên astengdar e û nexweşîna wê giran e. Wê jî wek dayikên din aştî xwestiye. Siyaseta AKP’ê siyaseta dirûtiyê ye. Ji bilî rijandina hêsirên çavan tu tiştek nade dayikan. Ez bang li Wezareta Dadê û AKP’ê dikim ku demildest Elîf Kisa berdin.”    'Tecrîd berdewam dike'   Dîlan da zanîn ku 17 sal in AKP tu maf û hiqûqê nas nake û polîtîkaya şer û tecrîdkirinê li Tirkiyê didome û û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û bi vê re Tirkiye hatiye tecrîtkirin.    'Em bi zîhniyeteke faşît re rûbirû mane'   Dîlan destnîşan kir ku siyaseta serdestiya mêr li her qadên jiyanê belav bûye û got: “Polîtîkaya tundiya li ser jinan jî li her qadê jiyanê belav bûye. Jin rastî qirkirina zayendî ya AKP’ê tên. Her ku diçe bûyerên tundiya li dijî jinan zêde dibin. Xwedîgiravê AKP dibêje li dijî tundiyê têdikoşe. Dixwaze têgihînek wisa ava bike. Lê AKP di sala 2019’an de her cûre tundî anî serê jinan. Herî dawî yek ji mînaka tundiya li dijî jinê jî ew e ku polîsan çek xist serê Hevşaredara me ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn. Rêbiriya wan ne bes e, radibin bi ser de jî hevşaredara me digirin. Ev îqtîdar ne li ser hişê xwe ye. Em bi zîhniyeteke faşîst re rûbirû mane mane.”    Piştî daxuyaniyê civîna çapemeniyê bi dawî bû.