Hulya Alokmen: Siyaset ne di avahiyê de li kolanê tê kirin 2019-12-24 09:04:22   Berîtan Canozer   AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku partiya wan ji bo kongreya mezin amadekariyan dikin û got: “HDP ji çar dîwaran pêk nayê. Ne dukaneke. Dema derî tê girtin karê wan naqede. HDP li Tirkiyeyê yekane partiya ku ji pisgirêkan re dibe çareserî. Bi vê hişmendiyê heta kongreya me ya giştî em ê xebatên rêxistinbûnê bimeşînin. HDP ji bo hemû gelan hêviye.”   Êrîşên li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her diçin zêde dibin û malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê rûdinin jî kon vedane û bendewariya wan didome. Di heman demê de avahî di bin dorpêça polîsan de ye û kesên tên HDP’ê gelek caran rastî êrîşên malbatan tên. Li aliyê din jî HDP’ê kongreyên navend û navçeyan pêk anî û kolan bi kolan bi gel re tên cem hev û ji bo dema nû amadekariyan dikin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, êrîş û zext li hemberî partiya xwe nirxandin.   ‘Ji her alî de êrîş dikin’   Hulyayê got di sibata 2020’an de wê kongreya mezin pêk bînin û wiha got: “Lê divê beriya vê hemû navend û navçe kongreyên xwe temam bikin. Di meha gulanê de piştî kongreya navendî me dest bi kongreyên navçeyan kirin. Bi giştî li 17 navçeyan me kongreyên xwe kirin. Me rêveberiyên xwe diyar kirin. Ligel pêkanîna kongreyan me der barê geşedanên siyasî û êrîşên li hember Rojava de jî gelê xwe agahdar dikir. AKP’ê ji ser HDP’ê plana têkbirina siyaseta Kurd xist dewrê. Ji her alî de êrîşê HDP’ê kirin.”   ‘Hewl didin endamên meclîsê krîmînalîze bikin’   Hulyayê destnîşan kir ku heta 5’ê çile hedef dikin ku xebatên rêxistinbûnê biqedînin û wiha axivî: “Em ê bi taybet xebatên der barê jin û ciwanan de bimeşînin. Ji bo jin û ciwan berpirsyariyê bigirin em ê rê bidin ber wan. Ji ber ku hewcedariya Tirkiyeyê bi siyasetmedarên ciwan û jinan heye. Girînge ku em bi awayekî xurt pêvajoya pêş pêşwazî bikin. Li aliyê din jî hewl tê dayîn ku endamên meclîsa jinan krîmînalîze bikin. Hewl tê dayîn xebatên meclîsa ciwanan bê krîmînalîzekirin. Lê em ê tu car destûr nedin vê.”   ‘HDP ne çar dîwar in’   Hulyayê nûçeyên der barê ku ‘HDP’ê dukan girtiye’ nirxand û bi lêv kir ku HDP ne çar dîwar in, ne dukane ne jî şîrkete û wiha bi lêv kir: “Dema derî digire kar naqede, xebat ranawestin. Em tu car hepsê avahiyan nebûn. Em her tim li kolanan, li cem gelê xwe bûn. Me xebatên xwe li derve meşand. Siyaset di avahiyê de nayê kirin. Di nav gel de tê kirin û li kolanan tê kirin. Yên gotine ‘dukan girtine’ di esasê de rewşa siyaseta li Tirkiyeyê nîşan dane. Em partiya gel in. Gel li ku be em jî li wir in.”   ‘Bi zanebûn malbat anîn li vir bicih kirin’   Hulyayê balkişand ser malbatên li ber avahiyê hatine bicihkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Malbat bi zanebûn anîn li vir bicih kirin. Bi dehan carî me hewl da em bi malbatan re bên cem hev. Lê malbat qebûl nekir. Dora avahiya me kirine wek baxçeyê emniyetê. Ev nêzî du sal in li ber avahiyê partiya me TOMA, akreb hene. Piştî ev malbat hatin bêtir zêde kirin. HDP ne tenê ye. Gelek sazî û dezgeyên deriyên xwe ji me re vebikin hene. Ew dibêjin belkî em ber derê wan bigirin wê xebatên wan asteng bibin. Bi sedan malên me yên em xebatan lê bimeşînin hene. Bi hezaran malbatên me yên deriyên xwe ji me re vedikin hene. Malbatên li ber avahiyê rûniştine jî ne çareseriyê, mezinkirina pirsgirêkê tercîh kirine. Em tevî hemû zextan ji qadan venakişin. Em ê konferans, civîn û serdanên malan jî bidomînin.”