‘Pergala hevserokatiyê ya hedef hatiye girtin, şaredartiya gel e’ 2019-12-22 09:23:09   WAN - Hevşaredara Colemêrgê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û endama HDP MYK’ê Seher Kadîroglu, diyar kir ku hevserokatiya hedef hatiye girtin pergala wan e û feraseta wan ya şaredartiya gel e.   Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de 3 heb jê şaredariyên bajarên mezin, HDP’ê bi giştî li 8 bajar û 56 navçeyan şaredarî girt. Lê gelek hevşaredar bi hinceta KHK’î ne mazbatayên wan nedan û piştre jî di nav de şaredariyên bajarên mezin yên Wan, Amed û Mêrdînê jî hene bi giştî qeyûm tayînî 28 şaredariyan kirin.   ‘Gel qeyûm red kir’   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Seher Kadîroglu qeyûm û polîtîkayên zextê yên li hember partiya wan nirxand û got di şertên awarte de ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê amadekarî kirine û gelek bernameyên wan wê pêvajoyê hatine astengkirin û got: “Di pêvajoyeke ku nehiştin propaganda hilbijartinê jî bê kirin, qeyûm şûnde hatibûn şandin û deng ji HDP'ê re hatin dayîn. Di pêvajoya dawî de jî ji propagandaya ku nehiştin em bikin jî lêpirsîn hatin vekirin. Navçeya Tuşba ya Wanê û bajarê Qersê ku bi salan di desê AKP û MHP’ê de bûn, jî bi dengên zêde hatin girtin. Tevî hemû zextan gelê me dengên xwe da partiya me.”   ‘Gel li dora hevşaredarên jin bûn xelek’   Seherê bi lêv kir ku li herêma Serhedê li bajarên wekê Muş, Bedlîs, Tetwanê bi hîleyan winda kirine û tevî propaganda reş gel bi can û dil xebat meşandiye. Seherê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Du deme em bi pergala hevserokatiyê xwe amade dikin. pergala me ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît. Herî zêde jî eleqe nîaşanî projeyên jinan dan. Xwedî li hevşaredarên jin derketin û li dora wan bûn xelek. Li şaredariyên me qezenckirin, YSK’ê 15-20 roj şûnde mazbata dan. Bi hinceta KHK’î ne gelek hevşaredarên me mazbatayên wan nehatin dayîn.”   Serhê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Beriya hilbijartinê rêveberiyên herêmî rêziknameya partiyê ji gel re vekir û gel tevlî planên xwe kirin. Me pergala hevserokatiyê li hemû yekîneyên xwe pêk anî û di girtina karekî biçûk de jî wekheviya zayendî mijara gotinê bû û bi rêbaza peşk û îhalê hat kirin. “   ‘Li hemû şaredariyên me Midûriyeta Polîtîkayên Jinan hat vekirin’   Seherê destnîşan kir ku di plansaziya stratejîk a 5 salan de ji bajaroka biçûk bigirin heta şaredariya bajarê mezin, li hemûyan şaredartiya gel û jinê hat armanckirin. Li hemû şaredariyên hatin bidestxistin midûriyeta Polîtîkayên jinan hat avakirin. Piştî tayînkirina qeyûman, hevşaredar hatin girtin û binçavkirin. Der barê wan de tu îdiayek şênber tunebû. Desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman hewl da xespa xwe rewa bike.”