Fatma Bostan Unsal: Di nava AKP'ê de krîzek heye 2019-12-19 10:49:37   Habîbe Eren-Dîlan Babat   ENQERE - Damezrînera berê ya AKP'ê Fatma Bostan Unsal bal kişand ser partiya Ahmet Davutoglu ku nû damezrandıye û got: "AKP cara yekeme ku evqas hevdû sûcdar dikin bi vavn sûcdarkirinan dê bikevin hilbijartinê. Ev tişt dê bi xwe re guhertînên radîkal bîne. Bêguman ev wê bandorê li encamên hilbijartinê jî bike.”   Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu rêya xwe ji AKP’ê veqetandibû û ji bo partiyeke nû serlêdana qanûnî kir û di rojên borî de li Otela Bîlkent a Enqereyê civîn pêk anî. Di civînê de deklerasyona partiyê aşkera kir. Parêzvana mafên mirovan ku yek ji damezerînerên berê ya AKP’ê ye Fatma Bostan Unsal der barê mijarê de nêrîna xwe anî ziman.   Fatmayê destîşan kir ku hewcedariya Tirkiyeyê bi avabûnên siyasî yên nû hene, lê nayê zanîn ku Ahmet Davutoglu û Alî Babacan ka vê hewcedariyê bînin cih an na. Fatmayê wiha berdewam kir: “Di pêvajoyên pêş de wê performansa wan bi bandor be. Ev girîng e. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di merciyên xurt de cih girt. Xwezî me wan deman dengî wî bibîhistana. Lê ji ku derê zirarê vegere, kar e.”   ‘Dil dixwest ku aşkera îfade bike’   Fatmayê daxuyakirin ku Ahmet Davutoglu dema navbera 7’ê Hezîran 1’ê Mijdarê wek dema tarî bi nav dike lê dil dixwat ku vê hinekî din vekirî bibêje û wiha berdewam kir: “ Bi rastî jî li gorî min pisgirêka Tirkiyeyê di 7’ê hezîranê de dest pê kiriye. Parlamento 7’ê Hezîrana 2015’an ava bibûna, wê Tirkiye nehatiba vê rewşê.”   ‘Dema xwerexnedayînê ye’   Fatmayê bi lêv kir ku piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde OHAL hatiye îlankirin û li bajarên Kurdan şertên OHAL’ê ava bûne û got: “Qedexeyên derketina derve hatin jiyîn. Binpêkirina mafan hat jiyîn. Tirkiyeyê demek pir xerab jiya. Ev çawa tê nîqaşkirin nizanim. Divê ev ji niyeta baş re neyê hiştin. Ez nabêjim ku de Ahmet Davutoglu dê çareseriyê bike lê dikare bide zore. Divê em hemû wan bidin zorê. Zexten li hemberî raya giştî divê bê axaftin. Dê bi nîqaşan rêya Tirkiyeyê vebe. Dem dema xwerexnedayînê ye."   'Divê em di aştiyê de bi israrbin'   Fatma, bal kişand ser bernameya Ahmet Davutoglu ya li ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha dom kir: "Ahmet Davutogul  bernameya xwe çareseriya pirsgirêka Kurd wekî ‘Têkoşîna bi terore re' pênase kiribû. Mirov nikare bibêje ku bi niyeteke xirab hatiye amadekirin. Lêkolînên ku hatî kirin nîşan dide ku derdorên ku pêvajoyên aştiyê birêvedibin alîkariya ku jere tê kirin kêm dibin û civak dibe du parçe. Li Tirkiyeyê jî ev tişt pêk hat. Piştgiriya li hemberî AKP'ê kêm bû lê HDP û MHP bêtir bi hêz bûn. Ev tişt gelek xwezayî ye. Lê em wekî raya giştî û civak divê di aştiyê de bi israr bin. Bi tayînkirina qayûman mafê bijartin û hilbijartinê hatiye îhlalkirin û her wiha berteka Ahmet Davutoglu jî di cih de ye."   ‘Hiqûq tê îhlalkirin'    Fatmayê di axaftina xwe de qala darizandinê wiha kir: "Di demên borî de di televîzyonê de hat diyar kirin ku heke li dij Erdogan kesek bê hilbijartin gelek kes dê bê darizandin û pêvajoya binçavkirin û girtinê dê dest pê bike. Ez bawer nakim ku li ser mensûbiyetê darizandinek pêk bê. Ji ber ku îro darizandin bi mensûbiyetê pêk tê. Ev tişt li dij hiqûqê ye. Hûn bi sûcên ku hatî ispatkirin dikarin darizandinê bikin. Lê li Tirkiyeyê darizandin li ser mensûbiyetê pêk tê û li holê jî sûcek nîne. Îro kesên ku ji ber hesabên bankayê hene hatin darizandin. Ev tişt xelet e û ev îhlalkirina hiqûqê ye. Niha ev tişt meşrû tê dîtin lê belê di pêşerojê de dê wisa nebe. Heke tiştek wisa dîsa bê domandin em ê îtîraz bikin. Ji ber ku li ser mensûbiyetê ceza dayîn tê wateya îhlalkirina hiqûqê ye. Bêcezabûna sûc tê wateya teşwîq kirina sûcan."   ‘Di nava AKP'ê de krîzek heye'    Fatma, qala pêşeroja AKP'ê kir û wiha axivî: "Hûn jî dizanîn ku hilbijartin dê îsal di meha cotmehê de bihata kirin. Lê ji ber qelsbûn û krîza aboriyê hilbijartin di hezîrana sala 2018'an de pêk hat. Ji ber krîza aboriyê piştgiriya ji bo AKP'ê dihat kirin kêm bû. Her wiha bandora krîza hiqûqê jî heye. Krîza hiqûqê bi xwe re krîza aboriyê jî anî. Li hemberî vê yeke îtîraza Davutoglu û Babacan çêbûn û ev tişt bû krîza di nava AKP'ê."   'Hevdû sûcdar dikin'    Fatma, da zanîn ku cara yekem dê AKP bi krîzan bikeve hilbijartinê û wiha dom kir: "Cara yekeme ku di nava AKP'ê de krîzek bi vî rengî û hevdû sûcdar kirin derket li pêş. Ev tişt dê bi xwe re guhertinên radîkal jî bîne. Hilbijêr heta îro tenê serokek tenê ya AKP'ê dît. Çend me dît ku Davutoglu cuda difikire jî lê ji raya giştî re nehat vegotin. Îro em dibînin ku gelek rexne tê kirin. Ev tişt dê bandorê li hilbijartinan jî bike."   ‘Xwe teslîmê ezberan nakin'    Fatma di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser partiya nû û wiha bi dawî kir: "Divê partiya nû xwe teslîmê ezberên berê neke. Partiyên ku nû tên avakirin ji partiyên din tên avakirin. Divê mirov nebeje ku dê bêbandorbin. Di roja me ya îro de ezberek heye lê ev tişt ji bo pêşerojê derbasdar nabin."