‘HDP li dijî êrîşan wê bi rihê seferberiyê bixebite’ 2019-12-17 09:13:18   Berîtan Canozer   AMED - Endama MYK HDP’ê Ozlem Gunduz, operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên îmhayê yên li hember HDP’ê nirxand û got: “Hemû kesên ji polîtîkayên zextxwir ne rehetin, bendewariya wan a ji HDP’ê roj bi roj zêde dibe. Li dijî van êrîşan xebatên rêxistinbûnê wê bi awayekî xurtir bidome.”   Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, got saleke ku di hedefa êrîşan de bûne derbas kirine û zextên li ser HDP’ê wiha nirxand: “Tirkiye bi krîzeke aborî ya cidî re hatiye rû hev. AKP û MHP polîtîkaya şer û dijminahiya Kurdan dimeşîne û beşek mezin a civakê bi xayintiya li hember welat tê sûcdarkirin, tehdîdkirin, binçavkirin û girtin. Ev krîza siyasî her ku kûr dibe ya aborî jî kûr dibe. Binpêkirina mafan her diçe kûr dibe. Mirov êdî ji ber xizaniyê bi awayekî komî întîxar dikin.”   ‘Di 11 mehan de 450 HDP’î hatin girtin’   Olzemê daxuyakirin ku divê demildest dest ji polîtîkaya şer û dijminahiya li hember Kurdan bê berdan û got: “Riya çareserkirinê, riya derketina ji krîza siyasî û aborî ye. Di serî de jî divê dest ji dijminahî û înkara Kurd bê berdan. Di rewşa heyî de siyasteke ku baweriyê dide civakê tune ye. AKP û MHP êrîşên xwe yên li dijî Kurdan roj bi roj zêde dike. HDP ji roja hatiye avakirin bawerî û hêviyê dide gel. Ji ber vê jî rastî êrîşên AKP û MHP’ê tên. Di 11 mehan de 450 HDP’î hatin girtin.”   ‘Yên li dijî faşîzmê li berxwe didin jin û HDP’î ne’   Ozlemê destnîşan kir ku ji 2015’an heta niha HDP di bin zextên giran de ye û tevî vê xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê bi awayekî dijhiqûqî şaredarî hatin xespkirin. Qeyûm hatin tayînkirin û îradeya gel tune hat hesibandin. Jin û HDP bûn hedef. Ji ber ku jin û HDP’ê li kolanan li dijî faşîzmê li berxwe didin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bimeşînin û li her derê zextan vala derxînin.”