Hevşaredar di bin çavan de ne: Bi delîlên çêker hewl didin sûc bibînin 2019-12-07 09:13:50   WAN - Siyasetmedarên HDP’ê binçavkirina hevşaredarên Begirî, Elbaq û Qelqeliyê yên HDP’ê û tayînkirina qeyûman nirxandin û gotin: "Bi talîmata desthilatdariyê, hevşaredarên me hatin binçavkirin û delîlên çêker hewl didin sûc bibînin. Bi vê helwestê AKP hewl dide pêşî li dawîbûna xwe bigire."   Hevşardarên HDP’ê yên şaredariya Bêgiriyê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, yên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Almaç û yê Elbaqê Erkan Acar duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin, binçavkirina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman nirxand.   Muazzezê daxuyakirin ku bi taybet AKP ji 2015’an heta niha bi furya binçavkirinê ya li hember partiya me hewl dide xebatan bide rawestandin û got ev zext ne tenê li hember gelê Kurd li hember hemû muxalîfan didome.   ‘AKP hewl dide pêşî li dawîbûna xwe bigire’   Muazzezê destnîşan kir ku bi polîtîkayên zextê îradeya gel nayê nasîn û got: “Ev ne tenê nenaskirina îradeya hilbijartinê ye. Ev li seranserê welat li hember mafên gelê Kurd e. Dixwazin pêşî li çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd bigirin. Ev berdewamiya polîtîkaya dijminahiya li hember Kurdan e. Ne tenê li hember hevşaredar, parlamenter û rêveberên me li hember hemû welatiyan ev polîtîka di dewrê de ye. AKP di vê hewl dide ku pêşî li bidawîbûna xwe bigire. Lê ez dikarim bêjim ku ev zextên li hember partiya me, ji têkbirinê wêdetir me zêdetir xurt dike û girêdayîna me ya bi têkoşînê gurtir dike.”   Muazzezê destnîşan kir ku AKP’ê hem di rayagiştî ya cîhanê hem jî di navbera civakên li Tirkiyeyê de îtîbarek mezin winda kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bloka faşîst a AKP û MHP’ê hewl dide xwe xilas bike. Lê me bi plana xwe ya stratejîk AKP parçe kir. Ev parçekirin jî didome. Der barê hevşaredaraan de bi delîlên çêker hewl didin sûc bê dîtin. Em bawer dikin ku wê têkoşîna jinê her tiştî biguhere. Bi têkoşîna jinê wê desthilatdariya yekparêz teqez têk biçe.”   ‘Me bi rêjeya dengekî mezin girtibûn’   Oznur Bartin jî bi lêv kir ku bi binçavkirina amadekariya tayînkirina qeyûman hatiye kirin û got di piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde ji bo 10 şaredariyên Wanê qeyûm hatiye tayînkirin û got: “Di hilbijartinên herêmî de li herêmê li hember partiya me bi polîtîkayên zextê xebat hatin meşandin. Tevî van zextan HDP’ê navend û gelek navçe bi rêjeya dengekî mezin girt. Lê piştî vê bi dorê qeyûm tayînê şaredariyên me kirin.”   ‘Gelê Kurd wê bersiva vê bide’   Oznurê da zanîn ku gel li dijî xespkirina îradeyê gelek bi bertek e û ev tişt bi lêv kir: “Armanca tayînkirina qeyûman înkara hebûna Kurdan e. Ji bo kesên hatine hilbijartin tu maf nayê nasîn. Lê gelê Kurd wê bersiva van êrîşan bidin.”