Salîha Aydenîz: Rêbaza têkoşînê dê bi rêya yekîtiya neteweyî pêk bê 2019-12-04 10:41:51   Berîtan Canozer   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlamenter Salîha Aydenîz, bal kişand ser hedef girtina siyaseta demokratîk û yekîtiya kurdan û got: "Li dijî êrişan û her wiha ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê têkoşînek bê dayîn. Rêbaza têkoşînê dê bi rêya yekîtiya neteweyî pêk bê."    5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Bi rihê yekîtiyê ber bi azadiyê ve” di 30'ê mijdarê li Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de peyama yekîtiya neteweyî li pêş bû. Di kongreya ku 75 delegeyan dengê xwe bi kar anî de, Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê hatin hilbijartin. Hevseroka Giştî Salîha, derbarê plansaziya pêşerojê de ji ajansa me re axivî.   ‘Di kongreyê de pêyamên zelal hat dayîn'   Salîha di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nameya Hevseroka Giştî ya berê û girtî Sebahat Tuncel û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sebahat û siyasetmedarên din wekî rehînê hatin girtin. Li hemberî siyaseta demokratîk zext û zordarî li pêş e. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn. Di vê demê de DBP kongreya xwe pêk anî. Kongre bi coşek mezin pêk hat. Tevlîbûna kongreyê gelek baş bû û her wiha pêyamên ku di kongreyê de hat dayîn jî ji bo pêvajoyê zelal bû. Em ê li gorî hewcedariya civakê ya vê demê plansaziya xwe bikin."   ‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'    Salîha, bal kişand ser êrîşên li hemberî destkeftiyên Kurdan û wiha got: "Êrişên li hemberî destkeftiyên Kurdan ji hêla Tirkiyeyê vê pêk tê. Li dijî êrişan û her wiha ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê têkoşînek bê dayîn. Rêbaza têkoşînê dê bi rêya yekîtiya neteweyî pêk bê. Me di kongreya xwe de biryara parastina destkeftiyan, afirandina statuya navneteweyî girt. DBP vê berpirsiyariyê girt ser xwe. DBP, mîrateya salên 90'î ya tevgera siyasî ya kurd e. DBP, piştî girtina bi dehan partiyên siyasî ya kurd hat vekirin. DBP kevneşopiya partiyên siyasî ên kurd didomîne û ala partiyên din girt."   ‘Siyaseta demokratîk a kurdan hedef tên girtin'    Salîha, diyar kir ku tevgera kurd 40 sal in têkoşînek dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "40 sal in kurd ji bo siyaseteke demokratîk têdikoşe û li dijî zextên faşîzmê li ber xwe didin. Polîtîkayên înkar û îmhayê, girtina partiyên ku têkoşîna siyasî didin, girtina saziyan, îlegalîzekirina destkeftiyên kurdan ev tişt tê wateya hedef girtina siyaseta demokratîk a kurdan. Gelê Kurd li gel zext û zordariyan bi israr têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk didomînin. Em ê têkoşîna xwe li girtîgehan, kolanan û parlamentoyê berdewam bikin, ji ber ku kevneşopiyek me ya têkoşînê heye."   'Em ê daxwazên gel guhdar bikin'   Salîha, da zanîn ku Gelê Kurd û tevgera siyaseta kurd bi bedelên giran statuyek bi dest xistin û wiha dom kir: "Em ê di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Em ê li gorî daxwaz û hewcedariyên civakê xebat bidin meşandin. Em ê bi gel re bicivin û gelê xwe guhdar bikin. Ji bo avakirina civakeke polîtîk û etîk, em ê di çarçoveya paradîgmaya jinên azad û demokratîk xebatên xwe bidin meşandin."   'Ji bo yekîtiya kurdan dê xebat bidin meşandin'   Salîha, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya kurdan û wiha bi dawî kir: "Li ku destkeftiyên kurdan hebin li vir di serî de Tirkiye û hêzên hegemonîk êrîşê Kurdan dikin. Ji ber vê jî em wekî BDP xebatên xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî bidomînin. Em ê bi partiyên siyasî yên kurd re bicivîn. Ji bo derxistina hêzê, ji bo polîtîkayên ku xwe bi rêvebirinê û xebatên bi hêzkirina yekîtiya neteweya kurd bikevin nava hewldanan. Têkoşîna ku 100 sal in tê dayîn divê êdî bibe xwediyê statuyek û xeteke xwe ya birdoziyê ava bike. Em ê li ser van esasan xebatên xwe bidin meşandin."