'Mafê jinan bi qanûnî nayê parastin 2019-12-04 09:03:39   Evîn Gelaleyî    SILÊMANÎ - Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê Rêzan Şêx Dilêr û Gulîstan Seîd bal kişandin ser mafê jinan a qada qanûnî û gotin: "Çend qanûn hebin jî ne li gorî berjewendiyên jinê ye."   Dema mirov bi awayeke ber bi çav temaşeyî makeqanûna Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê dike, dibîne ku zihniyeta baviksalarî çend li pêş e. Jin di nava makeqanûna Iraqê de bi tu awayî nîne û li gorî qanûnên şerîatê tev digerin. Qanûnên Iraqê çavkaniya xwe ji Îslamê girtiye. Di nav de demokrasî û mafên mirovan nîne. Ji ber vê sedemê di nav qanûnên Iraqê de tu mafên jinê nîne û mijarên ku jinê eleqedar dike jî erê nakin. Di qanûnên Iraqê ya sala 1951'an a xala 102'yan dide diyarkirin ku serwerê zarok bav e, piştî bav serwerê zarok bapîr e. Ger ew jî nebe di dadgehê de berpirs dadgeh e. Bi tu awayî behsa dayikê nayê kirin.    Derbarê qanûn û makeqanûna Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de parlamentera Yekîtî ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr û parlamentera Tevgera Goran a Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Gulîstan Seîd nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    'Li Iraqê qanûnên jinê biparêze nîne'   Rêzan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mafê jinan û wiha axivî: "Li Iraqê qanûnên jinê biparêze nîne. Jin û dayik li Iraqê bi van qanûnan nikarin tiştekî bikin û dixeniqin. Niha jî çend zarokên me hene piştî şerê bi DAIŞ'ê re nasnameyên wan nîne. Ji ber wê di qanûna Iraqê de jin ne xwedî mafê zarokên xwe ne. Ji bilî wê jî jin bi şîdet û kuştinê re rûbirû dimînin."    'Heta niha zagonên ku heyî jiyana jinê dixe nav xetereyê'   Rêzan diyar kir ku di nav 4 salan de tenê projeyeke qanûnî hebû û ev jî li dijî şîdet û kuştina jinê hatibû derxistin û wiha dom kir: "Lê belê me nekarî proje bixin meriyetê. Heta niha zagonên ku heyî jiyana jinê dixe nav xetereyê. Em niha ji bo sererastkirina projeya qanûnî xebatan dikin, lê encamên girîng neketin destê me. Qanûnên ku dixwestin derbarê jinan de bê derxistin tu carî li Iraqê nehatin erêkirin. Lê li Parlamentoya Kurdistanê de çend projeyên ku mafê jinan diparêzin çend kêm bin jî ketin meriyetê."   'Hinek qanûnên pêwîst hene ku li ser were lihevkirin'   Gulîstan jî di axaftina xwe de qala qanûna parastina mafên jinan kir û wiha got: "Hinek qanûnên pêwîst hene ku li ser were lihevkirin, di nav de ji qanûnên jina ye. Lê belê heta niha ji ber bê aramiya siyasetê ya li Herêma Kurdistanê heta ku li hev bikin ev e jî cihê rexneyê ye. Yek ji wan qanûnan pêwîst e were erêkirin û li hevkirin. Pêwîst e nûnertîkirina jinan li hemû dezgehên balayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasa bê rêxistinkirin.”   Gulîstan, destnîşan kir ku pêwistiya qanûna karûbarê encumenên balayî ya jinan derbikeve heye û wiha axivî: "Di demekê de temenê encumena ya jinan 9 sal e. Pêwîstî bi civake qanûna ya Îraqê heye divê em li Herêma Kurdistanê kar li ser lihevkirinê bikin."