Semra Guzel: Bi hilbijartina nû dikare dersa AKP’ê bê dayîn 2019-12-03 09:10:41   Berîtan Canozer   AMED - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ya bi deklerasyonê banga hilbijartina zû kir wiha got: “Di îhtîmala hilbijartina zû de divê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê bê avakirin û dersek cidî ji bo AKP’ê bê dayîn. Ger em hikûmetê di vê rewşê de bidin berdewamkirin, tê wateya ku em vê çavsoriyê piştguh dikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 20’ê Mijdarê de li Enqereyê civînek bi pêkhateyên xwe re kir û piştî vê deklerasyonek aşkera kir. HDP’ê banga hilbijartina zû li desthilatdariyê kir û her wiha biryara parastina destkeftiyan girt. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel krîza siyasî û aborî nirxand û sedema banga hilbijartina zû vegot.   ‘Desthilatdarî ji krîzê xwedî dibe’   Semrayê diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzek siyasî û aborî ya giran heye û desthilatdarî jî ji vê xwedî dibe û got: “AKP nikare welat bi rêve bibe. Ya ku dawî li vê koasê bîne siyaseta demokratîk e û pêşiya vê jî tê girtin. Rojevê diguherin û hewl didin krîzê veşêrin. Li aliyekî êrîşê Sûriyeyê dikin, li aliyê din jî qeyûman tayîn dikin, li aliyê din operasyonên siyasî dikin. Di bin navê ewlehiyê de ketin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li wir sivîl qetilkirin. Hejmara penaberan zêde kir. Vê jî krîz mezin kir. Stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê û polîtîkaya wê deriyên rantê yên AKP’ê da windakirin. AKP’ê bi tifaqa MHP’ê re emrê xwe dirêj kir.”   ‘Tehemula kesî nemaye’   Semrayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi qeyûman li hember Kurdan hiqûqa dijminahiyê tê meşandin û AKP ne di derdê ku çareseriyan pêk bîn de ye û yekane derdê wan dijminahiye. Semrayê daxuyakirin ku AKP bi rêbaza despot meclîsê bi rêve dibe û êdî tehemula tu kesî li dijî vê terza rêveberiyê nemaye.   ‘Gelê Kurd dikare biryara xwe bide’   Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarên Kurdan tu car polîtîkayek siyaseta normal nehatiye meşandin. Her tim zext û zordarî li van bajaran mijara gotinê bû. Sal her çiqas 2019 be jî pêkanînên li hember Kurdan neguherîne. Nifûsa Kurd her tim wek xetere hatiye dîtin. Berê Kurd li dijî polîtîkayan wisa ne bi rêxistin û hişmend bûn. Lê niha mekanîzmayên wan hene, refleksên rêxistinî didin. Di pozîsyona ku dikarin biryara xwe bide ne.”   ‘Butçeya şer wek krîzê li gel vegeriya’   Semrayê banga hilbijartina zû ya HDP’ê jî nirxand û got rojeva hilbijartina zû beriya êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye nîqaşkirin û wiha pê de çû: “AKP’ê bi operasyonê hewl da serê krîzê veşêre. Me hefteya borî dît. Di xutbeyên înê de, xutbeyên wekê ‘bêzar nebin, serî hilnedin’ hatin dayîn. Diyanetê der barê vê de jî vîdeo par kir. Ew jî dizanin ku gel êdî pişta xwe nadin wan. Butçeya gel ligel tê birîn. Ev jî wek krîz li gel tê vegerandin. Wê hîn bêtir kûr bibe. Ji bo dawî li vê bê jî divê ev desthilatdarî biçe. AKP û MHP li dijî îradeya gel ne rêzdar e. Ji bo şaredariyên partiya me qeyûm hatin tayînkirin. Ev ne rewabûne. Ev dîktatoriye. Sedema daxwaza HDP’ê ya hilbijartina nû jî eve ku, gel demildest ji van polîtîkayên karasetê xilas bibe û berjewendiyên gel bê parastinê ye.”