Fatma Kurtulan: Îktîdar rojnamegeriyê wekî sûc dibîne 2019-12-02 14:38:06   ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di civîna nirxandina hefteyê de bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û wiha got: "Îktîdara ku wekî dijmin li rojnamegeran dinêre, mafê agahiyê ya welatiyan îhlal dike û rojnamegeriyê wekî sûc dibîne li hemberî me heye."    Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, li meclîsê der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê li dar xist. Fatma, têkildarî pêşniyara butçeya 2020'an a li Komîsyona Butçe û Planêya Meclîsê hat qebûlkirin axivî. Fatma, anî ziman ku wan xwest butçeyê bikin malê kesên xizan, kedkar, karker, jin, ciwan û butçeya gel.   'Divê daxwaz li ber çavan bê girtin'   Fatma, destnîşan kir ku di hemû pêşniyarên tên komîsyonê de barê aboriyê didin ser pişta gel û bacê zêde dikin û wiha got: "Em wekî HDP'ê dixwazin ku ev rewşa em têde baş bê analîzkirin. Di van hevdîtinan de li ser navê karkeran dê sendika jî hebin. Dema welatî derdikevin bazarê nikarin tiştekî bistînin. Nikarin berojê tînin ser tifikê. Nikarin debara xwe bikin. Divê daxwaza kedkar û karkeran li ber çavan bê girtin."    'Bi çapemeniya xwe rastiyan vedişêrin'   Fatma, bal kişand ser tundî û zextên îktîdarê yên li ser rojnamegeran û wiha lê zêde kir: "Zextên li ser partiya me di gelek aliyan de me parve kir. Hikûmet bi zext û tundiyê hebûna îktîdara xwe berdewam dike. Herî zêde bi tundiya li ser çapemeniyê zextan li ser civakê zêde dike. Herî dawî di nîqaşên Komîsyona Plan û Butçeyê de pirs ji Fuat Oktay pirsîn. Oktay diyar kir ku ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha kartên çapemeniyê yên 685 xebatkarên çapemeniyê betal kirine. Em dibînin ku êdî rojnameger her partiyê wekî hev naşopînin. Îktîdar dixwaze bi rêya çapemeniyê tundiyê ser çivakê pêş bixe. Bi rêya çapemeniyê ser rastiyan vedişêre."    'Îktîdar dijminê rojnamegeran e'   Fatma, diyar kir ku di meha mijdarê de 4 rojnameger hatin girtin û wiha dom kir: "Doz li 8 rojnamegeran vebû. Li 15 rojnamegeran 80 sal û 4 meh ceza hat birîn. 2 rojnaemger rastî êrîşan hatin. Dîsa di 29'ê Mijdarê de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Sadiye Eser û Sadik Topaloglu hêj di bin çavan de nin. Di 26'ê mijdarê de Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Berîvan Altan li Enqereyê binçavkirin û birin Mêrsinê. Herî zêde yên para xwe ji zextên îktîdarê dikirin rojnameger in. Li welatê me îktîdar dijminê rojnamegeran e. Mafê rojnamegeran ê nûçeyan çêke û mafê gel ê agahî bigire îhlal dike. Em bi îktîdara ku rojnamegeriyê sûc dibîne re rû bi rûne. Mirov dikare bêje rojnamegeran jî wekî "dijmin" dibîne. Di heman demê de dijminê rojnamegere jî."    '34 girtî di grevê de ne'    Fatma, bal kişan ser zextên li ser girtiyan û girtîgehan jî û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiyeyê girtîgeh jî birîneke ku hêj necebiriye. Herî dawî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoye bi zorê girtî ji kawîşê derxistin û xwestin testa DNA'ya wê bistînin. Gardiyanên mêr bi ser kawîşê de girtin. Li girtiyan dan. Niha li Girtîgeha Osmaniye 30 girtî, li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê jî 4 girtî li dijî zext û tundiyê di greva birçîbûnê de ne."     'Qeyûm tayînê 24 şaredariyên me kirin'   Fatma, heri dawî anî ziman ku zextên li ser partiya wan didomin û wiha bi dawî kir: "Di 2 hefteyên dawî de partiya me bi awayekî fîîlî hatiye girtin. Rêveberên KDC, Sendika, ÎHD'ê û gelek nûnerên Kurt hatin binçavkirin. Endam û rêveberên partiya me yên navçe û bajaran tên binçavkirin. Parlamenterê me yê berê Behçet Yildirim û gelek hevalên me niha di bin çavan de ne. Heta niha qeyûm tayînî 24 şaredariyên me kirin. Hevşaredarêm me yên Stewr û Dêrikê piştî demek dirêj di bin çavan de girtin, hatin girtin. Niha 24 şaredariyên me di destê qeyûman de ye. Pirsgirêka kurd ji qesrên edliyê re hiştine. Daraz bi temami bûye daraza AKP'ê."