‘Tiştê divê em bikin, girtina mafên me yên hatine xespkirinê ye’ 2019-12-02 09:07:40   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural, biryara hilbijartina zû ya ku HDP’ê li dijî qeyûman girtiye nirxand û wiha got: “Tiştê ku divê em û hêzên demokrasiyê bikin ev e ku li dijî vê dijminahî û xepspkirinê, em mafên xwe biparêzin û şûnde bigirin.”   Pişî hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî şûnde bi talîmata wezareta karê hundir re ji bo şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê yên Mêrdîn, Wan û Amedê qeyûm hat tayînkirin. Bi vê pêvajoyê re binçavkirin û girtinên li hember HDP’ê jî didomin. HDP’ê di 20’ê Mijdarê de li Enqereyê civînek pêk anî û di deklerasyona ku aşkera kir de, li dijî qeyûman daxwaza hilbijartina zû kir.   ‘Li dijî gelê Kurd stratejiyeke zextê ya nû tê şopandin’   Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural destnîşan kir ku bi tifaqa demokrasiyê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de ava kirine, AKP û MHP şûnde xistine û wiha got: "Ji vir şûnde jî hemû hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, entelektuel, xebatkarên cemawerî, rêxistinên kedê, saziyên demokratîk, divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bêjin ‘bes e’ û berpirsyariyek me ya wisa heye. Deklerasyon ji bo hemû rayagiştî bangek e. Li ser vê esasê me banga hilbijartina zû kir. AKP û MHP’ê bi dijminahiya li hember Kurdan tiştê dixwestin bi dest nexistin. Ya para me dikeve ev e ku em xwedî li mafên xwe derkevin û şûnde bigirin."   ‘Jin tu car dest ji destkefiyên xwe bernadin’   Gulserenê bi lêv kir êrîşa ewil a qeyûman li hember destkeftiyên jinan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî pergala hevserokatiyê ya ku jinan bi têkoşînek mezin bi dest xistiye êrîşek cidî heye. Hinceta tayînkirina qeyûman, hevserokatî hat nîşandan. Jin tu car dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Jin li dijî êrîşên li hember îradeya jinan li berxwe didin û destkeftiyên xwe diparêzin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê hemû bi hev re xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”   ‘Tirkiye êdî bi rejîma qeyûm tê birêvebirin’   Gulserenê bi lêv kir ku xespkirina îradeya gelekî tê weteya valakirina demokrasiyê û ev tişt bi lêv kir: “Tirkiye êdî bi rejîma qeyûm tê birêvebirin. Rejîma qeyûm rejîma rant û parvekirinê ye. Ev rejîma, ji bo hêza aboriya 2023’an bê avakirin, pêşkêşî alîgirên xwe dikin. HDP wê tu car dest ji destkeftiyên xwe bernede û her tim têbikoşe. Em banga yekitiya hêzê dikin. Banga me ya li dijî dijhiqûqiyan, hilbijartina zû ye.”   ‘Deklerasyon ji bo me hêzê nîşan dide’   Hevseroka HDP’a Seyhanê, Suzan Kiliç jî da zanîn ku yek ji daxwaza sereke ya deklerasyonê banga hilbijartina zû ye û ev tişt bi lêv kir: “Daxwaza AKP û MHP’ê ev bû ku HDP ji siyasetê vekişe. Ji bo ev pêk bê jî her tiştî dikin. HDP’ê li dijî vê biryar girt û deklerasyonek 12 xalî aşkera kir. Ev deklerasyon ji bo me hêzê nîşan dide. Kelecanek mezin afirand. Ji aliyê nivîskar, siyasetmedar û gelek kesî ve hat şopandin û vê em kêfxweş kirin. Armanca qeyûman ev e ku HDP’ê ji siyasetê û gel dûr bixe. Îradeya gelê Kurd nas nakin, ji ber dizanin ku yekane hêza li dijî siyaseta wan a qirêj li berxwe dide îradeya gelê Kurd e. Yek ji sedema din a ku bi ser me de tên, pergala hevserokatiyê ye. Dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin û hepsê malê bikin. Lê wê bi ser nekevin.”