Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê 2019-11-30 15:05:48   ENQERE - Ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin.     Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de, Hevserokên Giştî yên nû diyar bûn. Di kongreya li Salona Konferansê ya Navenda Bazirganî ya Cîhanê hat lidarxistin de, Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.