‘Em meclîsê wek qada berxwedanê dibînin’ 2019-11-30 09:11:40   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş deklerasyona ku HDP’ê aşkera kiriye nirxand û wiha got: “Niha Meclîs ji bo me qada berxwedanê ye. Em meclîsê li dijî faşîzm, netewperestî, nîjadperestî û çavsoriyê wek qada berxwedanê dibînin û di vê esasê de xebatên xwe dimeşînin.”   HDP’ê di rojên borî de bi hemû pêkhateyên xwe re civînek pêk anî û deklerasyonek aşkera kiribû. Piştî vê deklerasyonê gelek operasyonên binçavkirin û girtinê hatin jiyîn. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Ger HDP bêdeng bikirina, wê heta îro gelek caran bêdeng bikiran.”   ‘Meclîs ji bo me qada berxwedanê ye’   Meralê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev di belgeya helwestê de wiha got;HDP li berxwe dide, em teslîm nabin. Em ê nebin.’ Me berê jî ev gelek carî anî ziman lê niha me wek helwest anî ziman. Em qadên xwe yên ku me bi têkoşînek mezin bi dest xistiye, terk nakin. Niha meclîs ji bo me qada berxwedanê ye. Em meclîsê li dijî faşîzm, netewperestî, nîjadperestî û çavsoriyê wek qada berxwedanê dibînin û di vê esasê de xebatên xwe dimeşînin.”   ‘Em venakişin’   Meralê daxuyakirin ku daxwaza AKP-MHP’ê ya herî mezin ev bû ku HDP ji meclîsê vekişe û got: “Em sê rojan neçûn meclîsê hema li pey me gotin ‘înşalah carek din nebe nisîbê wan’. Piştre Suleyman Soylu got ‘ka hûn ê vekişiyana’. Yanî daxwaza AKP-MHP’ê ev bû ku em ji qadan vekişin. Ji ber vê em venakişin. Em berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Em ne tenê ne, hûn her roj bigirin, binçav bikin jî em li vir in.”  Meralê diyar kir ku ev polîtîka bûne teşeyê rêveberiya AKP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi operasyonên girtin û binçavkirinan hewil didin muxalîfan û HDP’ê bêdeng bikin. Rojek berê li navendê rêveberên me û endamên rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin. Çi ye wateya vê? Hewl didin bêdeng bikin û darazê bikin alav. Em partiyeke ku polîtîkaya aştiyê mezin dikin, li dijî îşkenceyê rûmeta mirovahiyê diparêzin û li dijî şîdetê dibin xwedî helwest in. Ev binçavkirin jî nîşan didin ku ji me ditirsin”