Fatma Kurtulan: Em ê mewziyên xwe terk nekin 2019-11-29 09:07:28   Habîbe Eren   ENQERE - HDP’ê bi daxuyaniya der barê nîqaşên Sîne-î neteweyî de nokteya dawî danî û Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan wiha got: “Daxwaza wan ev bû ku em meclîsê terk bikin. Di encama nîqaşên hatin kirin her çiqas êrîş hebin jî biryar hat dayîn ku mewziyên bi ked û bedelek mezin hatine dayîn neyên terkirin.Ji ber vê jî rewşa Sîne-î netew, ne têgeheke ku beramberiya HDP’ê dide.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî zext û qeyûmên tayînê şaredariyan bûn şûnde, nîqaşên wekê wê HDP ji şaredarî û parlamentoyê vekişe û vegere sîne-î netew derketin holê. Lê HDP’ê di 20’ê Mijdarê de bi hemû pêkhateyên xwe re li Enqereyê civînek pêk anî û der barê dema nû de deklerasyonek aşkera kir.    ‘Nîqaşeke ku derveyê me hat pêşketin bû’   Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan da zanîn ku mijara sîne-î mîlet beriya ku Hevserokên giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlameterên din bên girtin hatiye rojevê û got: “Piştî hevşaredarên me hatin girtin û qeyûm hatin tayînkirin ev mijareke ku hat nîqaşkirinê bû. Wê demê di encama nîqaşên hatin kirin de biryar hat dayîn li meclîsê mayîn girîng e. Ev ne rewşeke ku li lijneyên HDP’ê hatibû nîqaşkirinê. Em vê gotinê jî ji bo xwe di cih de nabînin. Ji xwe her kesê hatiye hilbijartin di sîneya gel de ye. Li cem gel e. Em hemû biryaran jî wisa digirin û şaredariyên me jî wisa dixebitin.”   ‘Me wek qada rantê nedît’   Fatmayê destnîşan kir ku îdiaya wan ya di mijara hevserokatiyê de berdewam dike û ji şaredariyên heyî re alternatîfin û wiha pê de çû: “Em xebata bi jin û gelan re esas digirin. Di vê mijarê de em pir pêş ketine. Ya di bin pergala hevserokatiyê de jî ev e. Lê tehemul nakin ku em li cem gel cih bigirin. Em wekheviya zayendî esas bigirin. Ji bo me ya esas hevalên me yên di girtîgehê de ne. Hevalên me yên ji vê têkoşînê de berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Me tu carê ev qad wek qada rantê û şexsî nedît. Kevneşopiya me nikare wisa bê venasîn.”   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Fatmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nîqaşên ‘terk kirin û dema wê bê hiştin’ kengê dem bê wê bi gel re bê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Di encama nîqaşên hatin kirin de her çiqas êrîşên tûn hebin jî me biryar girt ku em mewziyên xwe yên bi destkeftiyên mezin hatine bidestxistin tekin. Em ê li vir heta dawî têbikin. Desthilatdarî dixwaze Kurdan û muxalefetê bavêje derveyê siyasetê. Di alî me de jî ev hatiye dîtin û encama ku divê têkoşîn bê dayîn derketiye holê.”   ‘Daxwaza wan terkirina meclîsê bû’   Fatmayê her wiha da zanîn ku her roj berê xwe didin şaredariyên HDP’ê û der barê parlamenteran de fezleke tê amadekirin û got: “Her çiqas bêjin ‘Êdî me dema girtina partiya siyasî qedandiye’ jî niha hewl didin partiyekê bigirin û bê bandor bihêlin Em her sibeh bi operasyonan hişyar dibin. Em bi bîlçoya operasyona rojane re rû bi rû ne. Daxwaza wan ev bû ku em meclîsê terk bikin. Desthilatdarî ji bo li derve û hundir li ser piyan bimîne, şîdet û zext zêde kiriye. Desthilatdarî bi tifaqên qirêj hewl dide xwe bide berdewam kirin. Em hemû dizanin ku ev hewldanên wê yê dawî ne.”