Ayşe Acar Başaran: Em îteat nakin 2019-11-27 15:20:25   ENQERE - Cîgira Hevserokên HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkirin û girtina rêveber û endamên HDP’ê da û got: “Me bi dehan car nîşanî we da ku em ê serê xwe netewînin. Em ê ji niha şûn ve jî qet netewînin.”    Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ayşe Acar Başaran a ji Mafên Hiqûq û Mirovan Berpirsiyar li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşe diyar kir ku ew îro jî bi operasyonên qirkirina siyasî şiyar bûne û ev demek dirêj e li Tirkiyê bi destê îktîdarê, darazê û medyayê tê xwestin siyaseta demokratîk têk biçe.    'Dixwazin partiya me bi awayek fîîlî bigirin'   Ayşe, diyar kir ku serê sibê di serî de li Amed, Agirî, Êlihê, Enqere û Stenbolê û li gelek bajaran operasyonên hemwext pêk hatine û bi dehan kes hatine binçavkirin û wiha got: "Ji siyasetmedaran bigire heta rojnamegeran û ji parêzeran bigire heta parêzvanê mafê mirovan bi êrişên giran re rûbirû ne. AKP ji bo xwe li ser pêya bigire  êrişê partiya me dike. Li dijî HDP’ê siyaseta tasfiyekirinê tê birêvebirin. Ev operasyon ne hiqûqî ne. Hemû xebatên partiya me krîmînalîze û terorîze dikin. Dixwazin bi awayek fîîlî partiya me bigirin.”    'Bi êrişan encam negirtin'   Ayşe destnîşan kir ku ew partiyek dikarin mezintirîn a vî welatî ne û îqtîdar bi hemû amûrên zordestiyê bi ser partiya wan ve diçe û wiha axivî: "Heta niha bi dehan caran partiya wan û partiyên beriya niha bi êrişên gelek giran re rûbirû mane. Tu îkdîdar ji êrişên xwe encam negirt. Wê ev îktîdar jî di êrişên li dijî me de bi ser nekeve. Reforma pakêtên darazê ji bo HDP’ê û muxalefetê nayê sepandin.”    'Em îteat nakin'   Ayşe, da zanîn ku tayînkirina qeyûman û girtina 15 hevşaredaran û got: “Ev polîtîka dijminahiya li dijî Gelê Kurd û jinan xwe baş dide nîşandan. Her wiha girtîgehên li Tirkiyê veguherîne 'kampên komkirinê' û hem li derve hem li hundir li ser gel û siyasetmedaran zextên giran hene. Jin û kurd dibêjin “em îtaet nakin” û dê her li ber xwe bidin û li dijî her cûre sepanên dij mirovane û xerab serê xwe radikin û têkoşîna xwe didomînin."    'Em tu carî serî natewînin'   Başaran di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew zen dikin ku dê bi HDP’ê û muxalefeta civakî gav paş ve bidin avêtin. Me gelek caran got, tenê em bi gotinê neman. Me bi pratîk û gotinên xwe gelek caran li dijî van êrişên wan qirkirinê û serî tewandinê li ber xwe da û serê xwe netewand û nîşanî wan da. Em bang li wan kesên li dijî êrişên ser HDP’ê bêdeng dimînin dikin. Yên îro herî zêde li ber xwe didin û yên dengê wan bilind dibe di bin êrîşan de ne. Êdî dema bi awayek hevpar bersiva van êrişan were dayîn hatiye û derbas dibe. Divê li dijî êrişên ser HDP’ê derketin peywîra me ya esil û bingehîn be. Em li dijî siyaseta hilweşîner a Tirkiyê derkevin. Wê berxwedan û têkoşîna me ya bi dehên salan bi vê îqtîdarê gav paş ve bide avêtin.”