‘Jin pêşengiya şoreşê dikin' 2019-11-23 09:45:21   Habîbe Eren - Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Meclîsa jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da diyar kir ku AKP dixwaze pergaleke ku jin serî ditewînin biafirîne û da zanîn ku jin li hemû cîhan û Tirkiyeyê bûne pêşengên muxalefetê.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîrayet Dîlan Taşdemîr bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê axivî û bal kişand ser helwesta dewletê ya der barê pratîka darazê.    Dîrayetê da zanîn ku şîdeta li ser jinê pirsgirêkek gerduniye û wiha got: “Divê xeteke polîtîk ya ku bi wekheviya jin û mêr bawer dike û vê mekanîzmayê dide meşandin hebe. Ji roja AKP hatiye desthilatdariyê heta niha şîdeta li ser jinê bi awayekî sîstematîk zêde bûye. Bi awayekî sîstematîk têkoşîna jinê hedef hatiye girtin û hewl hatiye dayîn ku destkeftiyên jinan bên tunekirin. Bi gotineke muhafazakar û netewperest navê jinê hatiye danîn û di vê çarçoveyê de polîtîka hatiye derxistin. Em dizanin ku mijara jinê ji vir digire dest.”   ‘Saziyên jinan hatin hedef girtin’   Dîrayetê her wiha daxuyakirin ku şîdeta li ser jinê li her qadê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji nokteyên girîng ev e ku saziyên jinan hatin girtin. Bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re li herêmê bi taybet saziyên jinan, mekanîzmayên li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşiyan hatin tunekirin. Di wê pêvajoyê de tevgerên femînîst hedef hatin girtin û hewl hat dayîn ku bê terorîzekirin.”   ‘Jin êdî bi tu saziyên fermî bawer nakin’   Dîrayetê bi lêv kir ku li gorî lêkolîna ku Zanîngeha Hacettepeyê der barê şîdeta li ser jinan de meşandiye, ji sedî 92 jin , tevî ku şîdet dîtine serî li saziyan nedane, ji ber ku bi saziyên dewletê bawer nakin. Dîrayetê daxuyakirin ku AKP hewl dide ku civakê ji nûve ava bike û ji ber vê jî ewil jinan hedef digirin.   ‘Jin pêşengiya şoreşê dikin’   Dîrayetê wiha berdewam kir: “Hem tecrubeyên jinan û hem jî girêdayîna wan ya bi azadiya wan gelek kûr e. Îro li Lubnan, Îran, Latîn Amerîkayê jin muxalefetek cidî dimeşînin. Piştî 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê jî dî li her derê jin di eniya pêş de bûn. Li her derê cîhanê, li Rojava, Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan û Latîn Amerîkayê sembola guherînê têkoşîna jinan bû. Em ê 25’ê Mijdarê jî di şexsê sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef de diyariyê hemû jinên rojava bikin.” Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê, li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn û Edenê meş û daxuyaniyên girseyî bidin.