'Em destûrê nadin ku xebata jinan sûc bê dîtin' 2019-11-21 18:30:27   ENQERE - Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, derbarê binçavkirina endamên xwe de daxuyanî dan û wiha gotin: "Em destûrê nadin ku saziya TJA'yê ya bi kedeke mezin hatiye avakirin û têkoşîna azadiya jinê dide û saziyên din ên jinan xebata wan wekî suc bê dîtin."   Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê endamên xwe yên jin ku li Dîlokê hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin daxuyaniyeke nivîskî da.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em her sibehê bi desteserkirina şaredariyên xwe û bi binçavkirina rêveberên partiya xwe yên navçe û bajaran hişyar dibin. AKP -MHP'ya ku êdî nema dikare ne li derve û ne jî li hundir li ser piyan bimîne û ji bo jin ciwan û gelan polîtkayan pêş bixwe her ku diçe êrîşên xwe zêde dike. Em wekî Meclisa Jinan a HDP'ê, li gel hemû jinên ku hedef tên nîşandan û xebatên wan tên astengkirin cih digirin.  Em destûrê nadin ku xebatên saziya TJA'yê ya jinan û saziyên din ên jinan sûc bên dîtin."