Civîna HDP'ê hat destpêkirin: Dayika Aştiyê peyama yekitiya neteweyî da 2019-11-20 13:41:48   ENQERE - Dayika Aştiyê Raîfe Ozbay ku di civîna HDP'ê ya nexşerêya xwe aşkera dike de axivî, bal kişand ser xebatên ji bo yekitiya neteweyî û wiha got: "Bila kurd êdî li 4 parçeyan bibin yek. Em ne bêhêz in û nezan in. Bila êdî kes xwe paşve nede. Bila şêr ji qadan venekişin ku gur neyên şûna wan. Yeiktî yekitî."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nexşerêya xwe ya li dijî qeyûman li Otela Hîltonê ya Enqereyê aşkera dike. Civîn li gel hemû pêkhateyên HDP'ê bi tevlibûna nûnerên komeleyan, platforman, rêxistinên saziyên sivîl, sendîka û nûnerên saziyên civakî hat destpêkirin.    'Divê em li partiya xwe xwedî derên'   Beriya civîn bê destpêkirin derbarê qeyûman de sînevîzyonek hat pêşandan û piştî sînevîzoynê civîn bi axaftina Dayika Aştiyê Raîfe Ozbay dest pê kir.  Raîfe diyar kir ku ew bi salane têkoşînê didin û wiha berdewam kir: "Me aştiî û wekhevî xwest. Lê wan êrîşî me kir. Divê ji îro û şûnde em dest bidin hev û bibin yek. Divê em li partiya xwe li nasnameya xwe xwedî derên. Em şaredarên xwe hildibijêrin. Lê ew bi awayekî bêhiqûqî binçav dikin, qeyûman tayînî şaredariyên me dikin. Kesên em hildibijêrin digirin û girtin jî têrê nake sirgûn dikin."   'Bila şêr ji qadan venekişin ku gur neyên şûna wan'   Raîfe diyar kir ku divê ji dijî şerê li Rojhilata navîn tu kes bêdeng nemîne, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û ev tişt got: "Bila kurd êdî li çar parçeyan bibin yek. Em ne bêhêz in, ne nezan in. Bila tu kes xwe paşve nede. Bila şêr ji qadna venekişin ku gur neyên şûna wan. Yekitî, yekitî."   'Cizîrê bi berxwedana xwe bû rûmeta Gelê Kurd'   Piştî Raîfeyê Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu axivî. Bêrîvan diyar kir ku Cizîrê bi salan bi berxwedana xwe bûye rûmeta Gelê Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cizîrê tu carî dest ji berxwedana xwe ya rûmetê berneda. Dixwazin berxwedana gelê Cizîrê têk bibin. Şaredariya ku me bidengê zêde girt qeyûm tayînî wê hat kirin. Qeyûmê ku hat tayînkirin bîrdariya Orhan Dogan ku rûmeta gelê Cizîrê ye kir hedefa xwe.  Cîzîr kirin qada talan û diziyê. Piştî qeyûmê ku hat guhertin qeyûmê din jî berê xwe da destkeftiyên jinan."   'Cizîr li ser piyan e wê teslîm nebe'   Bêrîvanê diyar kir ku ji ber dizanin li Cizîzrê dîroka kurda heye tayînkirina qeyûman ji Cizîrê de destpê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê bila bizanibin ku gelê Cizîrê li ser piyane û nikarin îradeya gel teslîm bigirin. Avahiya me jî dan qeyûm. Bi milyonan nelirêtî heye. Ev nenaskirina îradeya gelê Cizîrê ye.  Lê em ê li dijî vê serî netewînin. Em qet dest ji nirxên xwe bernedin. Em ê li îradeya xwe xwedî derên."   'Em li îradeya xwe xwedî derketin'   Hevşaredarê bajarokê Periyê yê Dêrsimê Orhan Çelebî ku li dewsa wî jî qeyûm hat tayînkirin ev tişt got: "Perî bajarokek biçûk e. Lê ji bo siyaseta Tirkiyeyê cihekî girîng e. Ji ber wê em li îradeya xwe xwedî derketin."   Civîn bi axaftinan berdewam dike.