Dîrayet Dîlan Taşdemîr: Têkoşîna me dê bidome 2019-11-14 15:25:42   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr di civîna çapemeniyê de diyar kir ku AKP, dema dikeve tengasiyê li hemberî HDP'ê operasyonên siyasî dide dest pê kirin û 5 sal in li hemberî partiyê bi pergalî operasyon tên kirin û got: "AKP, dijminatiya kurdan dike û her wiha li hemberî tevgerên femînist û tevgera jinan jî dijminatiyê dike."   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, li avahiya Navenda Giştî ya partiyê derbarê pêvajoyê de civîneke çapemeniyê li dar xist.    Dîrayet, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser darbeya Bolîvyayê û wiha got: "Serokê Bolîvyayê Eva Morales neçar ma ku welat terk bike. Em encamên darbeyê ya li hemberî gel baş dizanin. Porên şaredar hat birîn û li kolanan hat gerandin. Ev tişt nîşaneya darbeya faşît e. Ev tişt şermeke faşîzmê ji dîroka Bolîvyayê hat nivîsandin. Em wekî endamên Meclîca Jinan a HDP'ê em li cem gel û jinên Bolîvyayê ne."   'Dijminatiya kurdan dikin'   Dîrayet, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: "Di 9'ê Cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dest pê kir. Li gel agirbestê jî dîsa êrîş didomin. Her roj jin û zarok li Rojava tên qetîlkirin. Li gorî daneyên Mala Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) nêzî 400 hezar mirov neçar man ku malên xwe terk bikin. Ev polîtîka dijminatiya kurdan dike. Dibêjin ku 'Em dijminatiya kurdan nakin, 50 parlamenterên kurd hene'. Ev gotin tê wateya veşartina rastiyan. Demên borî jî digotin 'Cîranên min kurd in'. Niha jî AKP dibêje 'Parlamenterên min ên kurd hene'. Bila kurdek li parlamentoyê bi kurdî silavek bide, em ê vê demê bibînin ku çawa kurd in."     'AKP dest danî ser 20 şaredariyên me'   Dîrayet, bal kişand ser êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Li herêmê destkeftiyên kurd ji holê tên rakirin. AKP bi dagirkirinê, vîn û nasnameya gel ji holê radike. ji 31'ê Adarê heta niha destdanîn ser 20 şaredariyên me. Hevşaredarên me hatin girtin. Meclîsên me yên şaredariyê hatin fesihkirin. Her roj şaredariyek me tê dagirkirin. AKP'ê xwe bi ser bêhiqûqiyê avakiriye. AKP, şaredariyên me wekî cihekî fetih kiriye nêz dibe û dagir dike. Tabelayên bi kurdî tên rakirin, sazî û dezgehên jinê tên girtin. Navê zîhniyeta nû siyaseta qeyûm û rejîma qeyûmê ye. Me di sala 2016'an de nelirêtiyên qeyûman aşkera kiribû. Lê em ê li dijî zîhniyeta xestpê têkoşîna xwe bidomînin."   'Li hemberî partiya me 5 sal in bênavber êrîş tên kirin'    Dîrayet, da zanîn ku 5 sal in li hemberî partiyê êrîşeke bê navber tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Operasyonên siyasî li hemberî Meclîsa Jinan û Ciwanan hêj jî didomin. Li Wanê 15, li Enqereyê 9, Beşebapê 55 hevalên me hatin binçavkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Û endamên meclîsa me lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. Bi taciz û tecawizê hatin tehdîtkirin. Lê medyaya alîgir girtin û bêhiqûqiyê meşrû nîşandidin û vedişerin. Li hemberî Meclîsa Ciwanan a partiya me operasyonek pêk hat û 35 hevalên me hatin binçavkirin. Li Midûriyeta Ewlehiya Vatanê ya Stenbolê bi îşkenceyê re rû bi rû man û hêj jî îşkence didomin. Serê sibêhê polîsan avêtin ser avahiya partiya me ya Dîlokê û bi dehan rêveberên me hatin binçavkirin. AKP, dema bikeve tengaziyê li hemberî partiya me operasyonên qirkirinê dide dest pê kirin. 5 sal in li hemberî partiya me bi pergalî operasyên qirkirinê didomin."   'Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin'   Dîrayet, li ser 25'ê Mijdarê jî rawestiya û wiha bal kişand ser rojê: "Em ê dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û şîdeta li hemberî jinê teşhîr bikin. Xebatên ku em ji bo 25'ê Mijdarê dikin li her derê tên astengkirin. Broşûrên me hatin qedexekirin. AKP, dijminatiya jinan dike. AKP'ê şîdeta li hemberî jinê naxe rojeva xwe. Bi taybetî êrîşê kesên ku li dijî şîdetê derdikevin dikin. Li hemberî tevgerên femînist û tevgera jinan dijminatiyê dikin. Kesên êrişkar û kujer nayên cezakirin û serbest digerin. Di demên dawiyê bûyerên întîxarê zêde bûn. Ev tişt ji ber polîtîkayên AKP'ê pêk tên. Heta niha 46 kesên bi KHK’ê hatin dûrxistin dawî li jiyana xwe anîn. Di nava civakê de tehrîbatên mezin pêk tên."   'Têkoşîna me dê bidome'   Dîrayet di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li dijî polîtîkayên şer, rizandina civakê, polîtîkayên cudakariyê têkoşîna xwe dê bidomînin. Bi vesileya 25'ê Mijdarê em ê li meclîsê di 19'ê Mijdarê civîna Koma Jinan pêk bînin. Em bang li jinan dikin ku tevlî civînê bibin."